‛Em ê têkoşîna li dijî faşîzma Tirk, terora DAIŞ’ê û çeteyan bidomînin’

Meclisa Leşkerî ya Girê Spî têkildarî êrişên dawî li ser kantona Girê Spî û êrişa çeteyên DAIŞ’ê li ser girtîgeha Sînna ya li Hesekê daxuyaniyek da û tê de bêdengiya navneteweyî ya li hember sûc û binpêkirinên dewleta Tirk li dijî sivîlan şermezar kirin.

‛Em ê têkoşîna li dijî faşîzma Tirk, terora DAIŞ’ê û çeteyan bidomînin’
24 ÇILE, 2022   16:23
EYN ÎSA

Têkildarî êrişên dawî li ser Eyn Îsa, topbaranên bêserûber li ser gundewarên rojhilat û rojavayê Eyn Îsayê ku di encamê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da û tê de zarokê 14 salî hebû û 11 sivîl jî birîndar bûn û ji nav jî zarok û jin hebûn, Meclisa Leşkerî ya Girê Spî daxuyaniyek da.

Yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad El-Xelef bi beşdariya endamên meclisê li pêş navenda meclisê ya li kantona Eyn Îsayê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"DAIŞ ê girêdayî faşîzma Tirkiyê di Hesekê de nefesên xwe yên dawî li ser destê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) distîne. Şaneyên DAIŞ’ê yên terorîst hewl dan girtiyan ji girtîgeha Sînaa ya Hesekê derxin, lê tevahî hewldanên wan bi bin ketin û niha tevahî ferdên wan şaneyan û ên revîne li derdora girtîgehê hatine dorpêçkirin.

Hêzên dagirkeriyê û çeteyên wê hewl da derbasî herêmê bibin, lê hêzên me bersiva wan da, di encamê de 5 çete kuştin û gelek birîndar kirin. Têkildarî wê dagirkeriya Tirk gundên Girê Spî û derdora Eyn Îsayê topbaran kirin, bi wê re zarokek şehîd bû û birîndar ji du malbatên ji gundên Casim El-Hemod û Elîmat çêbûn. Ev nîşaneya eşkere ya destekdayîna dewleta Tirk ji rêxistina terorîst re ye, her wiha hewldana vekirina eniyên şer ên bi ser hêzên me ve ye, da ku zextê li ser çeteyên dorpêçkirî sivîk bikin. Li kêlek wê jî dewleta Tirk a dagirker çeteyên DAIŞ’ê yên terorîst ji herêmên Girê Spî û Serêkaniyê yên dagirkirî derbasî herêmê kirin da ku komkujiyan li dijî gelê sivîl ê li taxên Xiwêran û Zihûr pêk bînin.

Girêdayî mijarê desthilata Şamê daxuyaniyek da, tê de hate gotin ku şerê me yê li Hesekê yê li dijî çeteyan sûcên şer in û di wê de 7 sivîl jî penaberên şer girtine. Ev daxuyanî nîşan dide ku desthilata Şamê bi rêxistina terorîst re hevkar e û wê hebûn û belavbûna çeteyan li Sûriyê hêsan kir. Piştî ku piranî secrete ji girtîgeha Sêdnaya ji destpêka aloziya Sûriyê ve derketin. Ji wê zêdetir jî jiyana gelê Sûriyê ne di xema desthilata Şamê de ye, ji ber gelek komkujî li Humis, Şam, Heleb û Hemayê pêk anîn. Xema desthilata Şamê tenê avakirina fakulteya aboriyê ye ku bi serê DAIŞ’iyan de hilweşandiye.

Em bang li civata navneteweyî, NY’yê û Konseya Ewlehiyê ya Neteweyî Yekbûyî û tevahî rêxistinên mafên mirovan dikin ku helwesteke tund li hember van sûcên delweta Tirk û komkujiyên wê yên li dijî gelên me yên li Efrîn, Şehba, Girê Spî û Serêkaniyê nîşan bidin. Her wiha bêdengiya Rûsya li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker û nepêkanîna erka xwe wek garantorê agirbestê ye şermezar dikin.

Em ji vir ji xaka Rojava, xaka fedekarî ji cîhanê re radigihînin ku em ê têkoşîna xwe li dijî faşîzma Tirk, terora DAIŞ’ê û çeteyên wê ku wijdanên xwe firotine Erdogan berdewam bikin û li hember sûc û komkujiyên dagirkeriya Tirk û alîgirên wê yên li dijî gelê me destgirêdayî namînin û ji desthilata Şamê re dibêjin ku em ne sûcdarên şer in, lê em parêzvanên gelê sivîl in ku we ew di destê hovê DAIŞ’ê de hiştiye.

Em şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji tevahî pêkhateyên Ereb, Kurd, Suryan, Tirkmen û Asûr li ser şopa şehîdên xwe dimeşin ku di oxira parastina xaka Rojava, azadî û demokrasiya gelê xwe de canê xwe da. Em sod didin gel û dayikên şehîdan ku em ê li hember her kesên hewl didin ewlehî û istîqrara têk bibin, bisekinin. Her wiha Tiştê dewleta Tirk a dagirker, desthilata Şamê û alîgirên wan li dijî gelê me dike, bi sedema serkeftina Rêveberiya Xweser û destkeftiyên QSD’ê ye."

(fr)

ANHA