Nivîsgeha Kar û Barên Olî: Êrişên li dijî girtîgeha Sîna derexlaqî ye

Nivîsgeha Kar û Barên Olan a Herêma Cizîrê û Kongra Îslama Demokratîk bi daxuyaniyekê êrişên li dijî girtîgeha Sîna ya taxa Xiwêran a Hesekê, şermezar kir û got, ev êriş derexlaqî û mirovî ne  û li dijî  hemû olan e.

Nivîsgeha Kar û Barên Olî: Êrişên li dijî girtîgeha Sîna derexlaqî ye
24 ÇILE, 2022   14:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha Kar û Barên Olan a Herêma Cizîrê û Kongra Îslama Demokratîk bi daxuyaniyekê, êrişên şaneyên DAIŞ`ê yên li dijî girtîgeha Sîna ku zêdetirî 5 hezar girtiyên DAIŞ`ê lê hene, şermezar kir.

Daxuyaniya Nivîsgehê wiha ye:

"Em Nivîsgeha Kar û Barên Olan a Herêma Cizîrê û Kongra Îslama Demokratîk, êrişên çeteyên DAIŞ`ê yên li dijî girtîgeha Sîna a bajarê Hesekê ku derexlaqî, dermirovî û yesasyên asmanî ye şermezar dikin. Li hemberî van êrişên li dijî Rêveberiya Xweser û komployan, herî dawî êrişên li ser girtîgeha Sîna, civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan bê deng in. Di dawiyê de em qehremaniya hêzên xwe yên leşkerî ku ji bo vemirandina komployên îstixbaratên hewldana têkbirina ewlehî û îstiqrarê dikin, berdêl dan silav dikin."

(eh)