2.Kongreya Partiya Sûriyê Pêşerojê şaxê Reqayê bi dawî bû

Xebatên 2.Kongreya Partiya Sûriyê Pêşerojê şaxê Reqayê bi hilbijartina serokê meclisa partiyê li Reqa û cîgira wî û 33 endam ji bo Meclisa Partiyê û ji nav wan berdevka Meclisa Jinan û berdevkê Meclisa Ciwanan bi dawî bûn.

2.Kongreya Partiya Sûriyê Pêşerojê şaxê Reqayê bi dawî bû
2.Kongreya Partiya Sûriyê Pêşerojê şaxê Reqayê bi dawî bû
2.Kongreya Partiya Sûriyê Pêşerojê şaxê Reqayê bi dawî bû
2.Kongreya Partiya Sûriyê Pêşerojê şaxê Reqayê bi dawî bû
2.Kongreya Partiya Sûriyê Pêşerojê şaxê Reqayê bi dawî bû
24 ÇILE, 2022   14:43
REQA

Kongre li hola Mişwar a li ber keviyên çemê Firatê li dar ket, tê de 290 delege, 150 mêvan, endamên ji saziyên sivîl û leşkerî yên Reqa û gelek kesayetên siyasî ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade bûn.

Di kongreyê de perspektîfên siyasî hatin xwendin, rewşa rêxistinî ya Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Reqa û astengiyên li pêşberî wan derketine hatin xwendin.

Piştre pêşniyarên ji bo hilbijartina serok û cîgira meclisa partiyê hatin kirin. Ew jî bi dengdayîna yekser bû. Di encamê de Hemîdî El-Redînî bû serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Reqa û Fîdaa Ehmê bû cîgira wî.

Dûvre gelekan ji bo endametiya meclisa gitşî xwe pêşniyar kirin. Bi wê re 33 endam ji bo Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Reqa hatin hilbijartin, ji nav wan jî berdevka meclisa jinan a partiyê û berdevkê meclisa ciwanan.

Li dawiyê serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Reqa Hemîdî El-Redînî daxuyaniya dawî xwend.

(fr)

ANHA