HPG'ê fermandar Sozdar Cûdî bi bîr anî

HPG'ê nasnameya Fermandara YJA Starê ya Eyaleta Mêrdînê Sozdar Cûdî eşkere kir ku li Bagokê şehîd bû û got, "Di şoreşgeriya 22 salan de bû yek ji milîtanên YJA Starê yên Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk."

HPG'ê fermandar Sozdar Cûdî bi bîr anî
24 ÇILE, 2022   13:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"8'ê Gulana 2021'ê li qada Şehîd Mervan a Mêrdîn-Bagokê, di bombardûmana dewleta Tirk a dagirker de hevrêya me Sozdar Cûdî şehîd bû. Hevrêya me Sozdar ku di şoreşgeriya xwe ya 22 salan de nirxên azadiyê bi rengekî serketî di kesayetiya xwe de temsîl kir, bû yek ji milîtanên bijarte yên Rêber Apo. Her tim bi xeta fedayîtiyê tevlî nava jiyanê û şer bû û bû fermandareke mînak a YJA Starê ya Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêya me Sozdar:

Nasnav: Sozdar Cûdî

Nav paşnav: Menal Yûsûf

Cihê jidayikbûnê: Qamişlo

Dayik-Bav: Hacer-Îbrahîm

Dem û cihê şehadetê: 8'ê Gulana 2021 / Mêrdîn