Rêveberiya Xweser dermankirina Ebdo Henîfî girt ser xwe

Piştî ku lingê wî ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gundên Kobanê qut bû, Rêveberiya Xweser ragihand ku ew ê dermankirina zarokê bi navê Ebdo Henîfî (4) bigire ser xwe.

Rêveberiya Xweser dermankirina Ebdo Henîfî girt ser xwe
24 ÇILE, 2022   13:31
KOBANÊ

8`ê Çileyê di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gundê Qeremox ê Kobanê de, zarokê bi navê Ebdo Henîfî di lingê xwe birîndar bûbû ku lingê wî hat qutkirin.

Li gorî bavê Ebdo Mistefa Henîfî rewşa wî niha baş e, lê bijîşk dibêjin dema Ebdo bibe 18 salî divê lingek çêkerî jê re were peydakirin û divê her şeş meh were guhertin.

Mistefa Henîfî diyar kir ku ji ber rewşa madî ya nebaş nikare kurê xwe derman bike. Her wiha destnîşan kir ku serî li gelek rêxistinên mafên zarokan û mirovan daye, lê heta niha tu rêxistinekê bersiva daxwaza wî nedaye.

Mistefa Henîfî wiha domand: “Ez naxwazim tiştê bi serê zarokê min hatiye bi serê zarokên din were. Ez bang li hemû rêxistinên mafên zarokan û mirovan dikim ku sûcên dewleta Tirk a dagirker rawestînin.”

Têkildarî mijarê hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn eşkere kir ku Rêveberiya Xweser dê dermankirina Ebdo Henîfî bigre ser xwe.

Şahîn ji ajansa me re got: “Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê dê lêçûna dermankirina Ebdo Henîfî ji dema birîndarbûnê û heta bibe 18 salî bigre ser xwe.”

Şahîn eşkere kir ku Desteya Tenduristiyê bi koordîneya Desteya Kar û Barên Civakî ya herêma Firatê dê rewşa Ebdo Henîfî bişopîne û destnîşan kir ku Desteya Kar û Barên Civakî ya herêma Firatê bi gelek rêxistinên mirovî re kar koordîne dike, heke rêxistinek bixwaze beşek ji dermankirinê hilde ser xwe dê ev yek bi rêya desteyê pêk were. Şahîn daxuyand ku heta niha tu rêxistinekê ji bo dermankirinê hewldan nekiriye.

(şx)

ANHA