​​​​​​​Li Hesekê ji bilî firinan dikan bi temamî girtî ne

Piştî ku duh qedexeya giştî li Hesekê hate ragihandin, îro li bajêr ji bilî firinan û dikanên madeyên xwarinê, dikan bi temamî girtî ne.  

​​​​​​​Li Hesekê ji bilî firinan dikan bi temamî girtî ne
​​​​​​​Li Hesekê ji bilî firinan dikan bi temamî girtî ne
​​​​​​​Li Hesekê ji bilî firinan dikan bi temamî girtî ne
​​​​​​​Li Hesekê ji bilî firinan dikan bi temamî girtî ne
​​​​​​​Li Hesekê ji bilî firinan dikan bi temamî girtî ne
​​​​​​​Li Hesekê ji bilî firinan dikan bi temamî girtî ne
24 ÇILE, 2022   10:43
HESEKÊ

Li gel bûyerên li Hesekê rû dane, Desteya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya giştî li Hesekê û qedexeya beşî li bajar û rêveberiyên din ragihand, da ku hêzên wê bikarin erkên xwe yên ji bo parastina ewlehiyê pêk bînin.

Di van kêliyan de piştî biryarê, dikan û sûkên bajêr bi giştî girtî ne. Tenê firin vekirî ne û tevgera şêniyan û erebeyan di nav bajêr de gelekî kêm bûye.

Li têketin û derketina bajêr, hêzên ewlehiyê tedbîrên ewlehiyê girtin û nahêlin erebe û wesayît ji bilî yên madeyên xwarinê derbas bibin.

Li gorî biryara Desteya Hundirîn qedexe dê heta 7 rojan (24-31 Çile) berdewam bike.

(şx)

ANHA