4 salên tirsê; dewleta Tirk çima û çawa Efrîn dagir kir?

4 salên tirsê; dewleta Tirk çima û çawa Efrîn dagir kir?
24 ÇILE, 2022   10:23

Dr. Thoreau Redcrow

Di salvegera 4`emîn a êrişên artêşa Tirk a li ser Efrînê de divê mirov li sedema metirsiya heyî binêre, ji ber ku dewleta Tirk bi avakirina avaniyên terorê yên li tevahiya bakurê Sûriyê re sînordar nema. Ji ber ku ew endama NATO`yê ye û vê yekê bi erêkirina dewletên Ewropayê dike, ji lew re divê mirov vê rewşê baş binirxîne.

DEWLETA TIRK ÇIMA ÊRIŞÎ EFRÎNÊ KIR?

Bajar û herêmên çiyayî yên derdora Efrînê, ji beriya hezar salan ve navenda çanda kurdî bûn, di pêvajoya dîrokê de Efrîn bi pêş ket û bû maka "îslamê ya kurdî" ya sofî, lê di rastiyê de niştecihên wê zêde xwe bi pîvanên hişk ên olî ve girê nedan, lewma civakên êzidî, elewî û Suryan li wir bi pêş ketin. Efrînê hemû koçberên ji ber aloziya Sûriyê reviyabûn, hembêz kirin, lê niha ev çanda pirreng hatiye parçekirin.

Di bihara sala 2012’an de, hikumeta Şamê ji Efrînê vekişiya û vê yekê jî bingehek çêkir ku piştre Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di Çileya 2014’an were avakirin û herêmê bi rê ve bibe.

Ji 2014`an heta êrişên artêşa Tirk ên 2018`an, Efrîn di gelek waran de bi pêş ket û bû kantoneke ku derdora 700 hezar kes hembêz kir, nakokiyên mezhebî lê tune bûn û çanda pirreng qebûl dikir, her wiha nêzî 400 hezar koçberên ji hundirê Sûriyê lê bi cih bûbûn. Ruxmî ku nifûsa Efrînê bêhtirî xwe Kurd bûn, lê dîsa jî Ereb, Asûr û Tirkmen lê bi cih bûn.

Hevgirtina civakî ya ku li Efrînê hate nîşandan, ji aliyê rejîma Tirk a Recep Tayyîp Erdogan ve rastî gefan hat. Sedema vê yekê ew bû ku modela konfederal a demokratîk ku Kurd bi rê ve dibin û li hemû Rojava-bakurê Sûriyê kete meriyetê, ji bo Rojhilata Navîn jî dikarî bibûya model.

Bi vî awayî Erdogan biryar da ku artêşa Tirk û hevalbendên cîhadîstên îslamî di êrişên li dijî kantona Efrînê de bi kar bîne, dorpêç bike, qirkirina nîjadî pêk bîne. Lewma di 2018`an dagir kir da ku avahiyên mêtingeriyê lê çêke û alîgirên xwe lê bi cih bike.

DEWLETA TIRK ÇAWA ÊRIŞÎ EFRÎNÊ KIR?

/ar/uploads/files/2022/01/22/184143_211318_soro-ridkro.webp

Rojnameya Independent ragihand ku dewleta Tirk bi bihaneya parastina ewlehiya sînorê xwe ji hêzên herêmî yên li Efrînê, tevî ku tu îsbatên gefxwarinê ji hêzên li Efrînê li ser ewlehiya wê tune bûn. Enqere li ser jiyana leşkerên xwe bi tirs bû, ji ber vê yekê bi hevalbendên komên îslamî yên tundraw re ku hejmara wan derdora 25 hezar bû, li hev kir da ku êrişî Efrînê bike. Dewleta Tirk ew kom perwerde kirin û bi çek kirin, wan koman jî gelek çekdarên cîhadîst ên wekî Ehrar El-Şam, Feyleq El-Şam û çeteyên berê di nav DAIŞ`ê de, tev li xwe kirin. Li pişt van jî derdora 6 hezar û 400 leşkerên hêzên çekdar ên Tirkiyê  û endamên faşîzma nû (Gurên Boz) li Tirkiyê hebûn ku herêm topbaran dikirin. Her wiha bi rêya balafiran jî bombebaran bê navber berdewam bû. Li Efrînê jî çekên li dijî êrişên hewayî tune bûn.

20`ê Çileya 2018`an êrişên Tirkiyê yên nerewa bi navê "Şaxê Zeytûnê" qanûnên navneteweyî binpê kirin û dest pê kir. Di encamê de derdora 500 welatî ji jin, zarok û kal û pîran bûn qurbanî.

Li aliyekî din jî dewleta Tirk gule li koçberên li herêmê reşandin û li dijî şervanên berxwedana Kurdan gazên kîmyewî bi kar anîn, lewma Tirkiyê û komên îslamî yên tundraw Hevpeymana Cinêvê binpê kir û sûcên şer pêk anîn.

Bi destpêkirina şer re, gelek dîmen belav bûn ku çeteyên ku Tirkiyê piştgiriya wan dike, bi cenazeyên şervanên YPJ`ê dilîzin, mînaka vê yekê jî Barîn Kobanê bû. Artêşa Tirk li ser van baweriyên vala Efrîn dorpêç kir û piştî 58 rojan ji topbaran û bombebaranê, Efrîn dagir kir.

DEWLETA TIRK JI DEMA DAGIRKIRINA EFRÎNÊ Û VIR VE ÇI KIR?

Bi dagirkirina Efrînê re, dewleta Tirk di 4 salan de siyaset û girtekên hovane pêk anîn. Pê re Efrîna ku bûbû qada hevgirtina nîjadî û olî ya pêşketî, veguherî kabûsekê û zêdetirî 300 hezar kes ku piraniya wan Kurd in, koçber bûn.

Ji destpêkê ve diyar bû ku dewleta Tirk dê siyasetên çewisandinê li dijî şêniyan pêk bîne. Karê komên "îslamî" yên destpêkê rûxandina peykerê Kawayê Hesinkar bû ku li gorî destanan, di cejna Newrozê de sembola têkoşîna ji bo azadiyê ye.

Di xîtabeke xwe de ku min di Îlona 2019`an de li pêşiya Meclisa Mafên Mirovan a NY’yê li Cinevê daye, min destnîşan kiribû ku Kurd li Efrînê rastî çewisandina civakî, talankirin û qirkirina çandî tên.

Di warê civakî de li Efrînê, sivîl tên revandin, girtin û îşkence li wan tê kirin. Li ser bendên kontrolê yên çeteyên dewleta Tirk, bi tawanên nerast tên girtin û revandin. Bazirganiya mirovan li Efrînê berbelav e.

Di warê aborî de, mal û milkên sivîlan li Efrînê têne desteserkirin û talankirin. Bac li ser wan tên ferzkirin. Li beramber fîdyeyan zêdetirî 5 hezar kes hatin revandin. Zêdetirî 11 hezar hektar daristan hatin şewitandin, zeyta Efrînê hat dizîn û bi awayekî derqanûnî li Ewropayê tê firotin.

Di warê çandî de, li Efrînê sivîl bi jenosîd, guhertina demografîk, tirkkirina pergala perwerdeyê û guhertina navên gundan re rû bi rû mane. Şûnwarên çandî yên kurdî, goristan, perestgehên elewî û êzidiyan hatin wêrankirin. Zêdetirî 16 hezar berhemên dîrokî hatin dizîn û bi awayekî neqanûnî ji muzexaneyên Tirkiyê re hatin firotin.

Çeteyên bazirgan (simsar), di bin gefê de şêniyên Efrînê neçar dikin ku bi nirxên erzan mal û milkên xwe bifiroşin. Ev yek di bin çavdêriya îstixbarata dewleta Tirk (MÎT) de pêk tê. Mîna ku nûnera navenda SDC ya Amerîkayê Sînem Şêrkanî têkildarî mala malbata xwe nivîsandiye; çeteyên dewleta Tirk malên herî mezin desteser dikin da ku wan bikin navendên leşkerî yan jî cihên îşkenceyê.

Ji wê zêdetir, di raporekê de ku sala 2019`an ji nivîsgeha komîserê bilind ê Meclisa Mafên Mirovan a NY`yê re hatiye pêşkêşkirin, wiha hatibû gotin: “Di piraniya bûyerên revandinê de, Kurd, kesên zengîn, bijîşk û bazirgan tên hedefgirtin. Ciwan jî bi tawana endamtiya saziyên kurdî tên revandin û li beramber berdana wan 400 dolar tê xwestin.”

Dewleta Tirk ji van siyasetan armanc dike şêniyên Kurd bitirsîne û wan neçarî koçberiyê bike da ku kesên din ji derveyî herêmê li şûna wan bi cih bike. Her wiha nasnameya çandî ya kurdî û pirrengiya nîjadî ya dîrokî tune bike ji bo ku Efrînê tev li Tirkiyê bike.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, ji dema dagirkirina Efrînê û vir ve, hemû gundên Kurdan vala kirin da ku Erebên alîgirên xwe yên ji deverên din ên Sûriyê anîne, li şûna wan bi cih bike. Zêdetirî nîvê malbatên 40 hezar çeteyî ji Xûta Şerqiyê, rojhilatê Qelemûn û başûrê Şamê anîne Efrînê ku têkiliyên wan bi komên cîhadî mîna Feyleq El-Rehman û Artêşa Îslamê re hene. Li rex wê jî gelek malbatên ji Idlibê ku girêdayî Cebhet El-Nusra û Heyet Tehrîr El-Şam in, li Efrînê hatin bicihkirin. Li Ezaz, Bab û Cerbalusê jî kesên ji derveyî herêmê li wan deveran hatin bicihkirin. Nîşane li ser malan hatin danîn da ku piştre bidizin. Ev yek kiryarên DAIŞ`ê bi xiristiyanên li Reqa û Mûsilê kirine, tîne bîra me.

Dewleta Tirk ji destpêka êrişa li ser Efrînê ve "hêzên cîhadî" fînanse kirin. Gerînendetiya Kar û Barên Olî ya Tirkiyê (Diyanet) bang li hemû mizgeftên li Tirkiyê kir ku beşa 48’an a Quranê (El-Fetih) bixwînin û ji bo piştgiriya leşkerên Tirk nimêj bikin. Piştre Meclisa Îslamî ya Sûriyê ku navenda wê li Stenbolê ye, fetwa derxistin da ku piştgiriyê bidin sûcên şer û talankirina malan di bin navê "cîhad fîsebîlullah" (cîhad ji bo Xweda) û xenîmetên şer de.

Saziya Diyanet a Tirkiyê, kar û xebatên koordînekirî dike da ku şerîetê û cil û bergên îslama hişk (hîcab) li jinan ferz bike, mîna DAIŞ`ê kiriye. Perestgehên kevnar ên êzidiyan wêran kirin û li şûna wan mizgeft çêkirin.

Dewleta Tirk gundên êzidiyan; Qestel Cindo, Qerqîna, Baflûnê, Sînka, Qitmê, Basûfanê, Xezawiyê, Îska, Qîbarê, Îska Rojhilat, Şadirê û Endarê vala kirin û xerab kirin.

Elewiyên li Efrînê ji sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê nefilitîn. Gorên Yaxmûr Dede, Elî Dede û Aslan Dede li navçeya Mabata hatin wêrankirin û talankirin.

Dewleta Tirk a dagirker di êrişên li ser Efrînê de, bi balafiran dêra Colyanûs ku kevntirîn dêrên xiristiyanan li cîhanê ye, perestgeha Êndarê ku ji Serdema Hesinî amye, gora Mar Maron û Beradê (ku wek mîrateya cîhanê ya UNESCO’yê tê binavkirin) û dêr û gortistanên Bîzansiyan wêran kirin.

Li rex wan sûcan, dewleta Tirk a dagirker 35 girên dîrokî yên Efrînê mîna Duderiyê, Zivingê, Ebîdanê, Qurbê, Stêr, Keferomê, Cûmkê, Sindiyankê, Durûmiyê û Meydankê talan û wêran kirin.

Dewleta Tirk gora şoreşger û nivîskarê Kurd Nûrî Dêrsimî û hevjîna wî Ferîde rûxandin.

Têkildarî stratejiya tirkkirinê ya Enqereyê, banga wê ya rizgarkirina axa Sûriyê ji kêliya yekemîn a êrişan, cihê pirsan bû. Dewleta Tirk ala xwe li ser avahiyan daliqand, piştre xwendekar neçar kirin ku ala Tirkiyê û wêneyên Erdogan rakin û dîmenên wan kişandin. Piştî wê navên cihên fermî yên kurdî veguherandin zimanê tirkî û zimanê kurdî qedexe kirin. Nasnameyên tirkî û kartên niştecihbûnê yên demkî derxistin. Waliyek û qeymeqamek li Efrînê erkdar kirin û Efrîn bi Antakyayê ve girê dan.

Ev bi giştî nîşan didin ku dewleta Tirk niyeta wê tune ye ji Efrînê derkeve. Dixwaze mîna Lîwaya Îskenderonê (Hatayê) û bakurê Qibrisê, Efrînê dagir bike û jê dernekeve.

(eh/şx)