​​​​​​​Geşedanên dawîn li Hesekê çi ne?

Cîhan bendewarê rewşa li Hesekê û çarenûsa zêdetirî 5 hezar çeteyên DAIŞ`ê ye ku di girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran de ne. Gelo geşedanên dawîn li Hesekê çi ne?

​​​​​​​Geşedanên dawîn li Hesekê çi ne?
24 ÇILE, 2022   10:21
HESEKÊ-EHMED MIHEMED

Li Hesekê aramiyeke baldar heye. Piştî şerê 3 rojan li taxên Zihûr û Xiwêran, niha şer di sûrên girtîgeha Xiwêran de ye.

Şaneyên DAIŞ`ê şeva pêncşemê êrişî girtîgeha Xiwêran a girtiyên DAIŞ`ê kir. Çeteyên şaneyên DAIŞ`ê piştî teqandina erebeyek û motorsîklêteke bombebarkirî li nêzî deriyê sereke yê girtîgehê, ji taxa Zihûr a li rex girtîgehê êriş kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) êriş şikand, derdora girtîgehê û taxên li rex girtîgehê dorpêç kirin, da ku nehêle çeteyên ji girtîgehê revîne û çeteyên êrişker derbasî taxan bibin. Di encamê de çeteyên DAIŞ`ê yên êrişkar vekişîn taxên Xiwêran û Zihûr û avahiyên li rex girtîgehê.

Di 3 rojên dawîn de li taxên Xiwêran, Zihûr û Meqabir şerên dijwar di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya QSD’ê û şaneyên DAIŞ`ê yên êrişkar de rû dane. Tê de çekên sivik û giran hatin bikaranîn. Her wiha balafirên şer û helîkopterên Koalîsyonê cihên şaneyan bombebaran kirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD`ê li taxên navborî, operasyonên lêgerînê yên berfireh li dar xistin. Li taxên din ên Hesekê jî qedexeya giştî hat ragihandin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn û şêniyên bajêr di nav kolanên sereke û şaxî de belav bûn.

Di van kêliyan de aramiyeke baldar li wan taxan heye. Şer di sûrên girtîgehê de sînordar maye. Helîkopter û balafirên şer ên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê li asîmanê bajêr digerin. Piştî ku şaneyên êrişkar di sûrên girtîgehên de hatin dorpêçêkirin, şaneyan 700 zarokên di girtîgehê de wek mertal bi kar anîn.

QSD`ê duh bi daxuyaniyekê eşkere kiribû ku astengiya herî mezin li pêşiya pêşketina wan derketiye, ew e ku çeteyên DAIŞ`ê zarokên 'Eşbal El-Xîlafe' yên DAIŞ`ê wek mertal bi kar tînin. Hejmara wan 700 zarok e û di hucreyên cuda de bûn da ku ji nû ve werin perwerdekirin.

Li gorî daxuyaniya dawîn a Fermandariya Giştî ya QSD`ê di şerên 3 rojan de, 175 çeteyên êrişkar û yên hewl dane birevin, hatin kuştin.

QSD`ê di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku 27 şervanên hêzên wan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûne.

Her wiha bi bîr xist ku zêdetirî 100 çete ku hewl dan ji girtîgehê birevin û 10 çeteyên êrişkar, hatine girtin.

Piştî ku Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser duh qedexeya giştî li Hesekê ragihand, aramî li taxên din ên bajêr serwer e.

(şx)

ANHA