​​​​​​​Rêveberiya Xweser: Divê dewletên cîhanê welatiyên xwe yên DAIŞ`î wergirin

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber hewldanên DAIŞ’ê û dewleta Tirk ji bo têkbirina ewlehiya herêmê, hişyarî da û bang li Koalîsyona Navneteweyî kir ku çeteyên tundraw vegerînin welatên wan.

​​​​​​​Rêveberiya Xweser: Divê dewletên cîhanê welatiyên xwe yên DAIŞ`î wergirin
24 ÇILE, 2022   09:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro têkildarî êrişa çeteyên DAIŞ`ê ya li ser girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran a Hesekê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Armanca sereke ya êrişê kontrolkirina Hesekê û dabînkirina korîdorekê ji bo terorîstan di navbera kampa Hol û Til Temirê de ye.

‘DEWLETA TIRK BI RÊYA ÇETEYÊN XWE HEWL DIDE EWLEHIYA HERÊMÊ TÊK BIBE’

Careke din îsbat bû ku zîhniyeta dewleta Tirk bi rê ve dibe, li ser daxwaz û hêviyên berfirehbûn û dijminane ava bûye ku xak û mirovan li Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef. Dewleta Tirk bi rêya çeteyên xwe yên DAIŞ`ê hewl dide ewlehiya herêmê têk bibe, projeya demokratîk a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dagirkirina yekser an jî hedefgirtina sivîlan bi rêya dronan, tune bike.

‘HEWL DIDIN KORÎDOREKÊ JI BO TERORÎSTAN VEKIN’

Vê carê çete li baregehên taybet ên li Serêkaniyê, Girê Spî perwerde kirin û şandin taxa Xiwêran a Hesekê û êrişî girtîgeha Sînaa kir ku derdora 5 hezar DAIŞ`î tê de hene. Li gel neparastina hikumeta Şamê sînorên Sûriyê û bêdengiya wê li hember destwerdana domdar a dewleta Tirk li dijî axa Sûriyê, ji vê yekê armanc dike ku Hesekê kontrol bike, korîdorekê ji bo terorîstan di navbera Til Temir û kampa Holê de û heta Iraqê veke. Ev mudaxele li dijî qanûnên navneteweyî û serdestiya welatekî ye. Lê hêzên me bi piştgiriya gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Koalîsyona Navneteweyî ev plana kirêt têk bir.

BANGA XWEDÎDERKETINA LI RÊVEBERIYA XWESER

Em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li Rêveberiya Xweser derkeve. Li hember komployên li hundir û derve piştgiriya wê bike. Em fedakariyên şehîdan ku li hember DAIŞ`ê li ber xwe didin  silav dikin û bang li koalîsyonê dikin ku rola xwe pêk bîne û hewl bide tundrawên ji nasnameyên cuda vegerîne welatên wan.”

(şx)