​​​​​​​Dr. Xalid El-Izî:  Kongreya li Urdunê bingeha têkiliyên Erebî-Kurdî ava dike

Diktorê Ragihandina Siyasî li Lubnanê Xalid El-Izî diyar kir ku kongreya diyaloga kurdî-erebî ya li Urdunê hate lidarxistin, bi armanca avakirina têkiliyên di navbera van her du aliyan de ye. El-Izî bal kişand ser rola rewşenbîran û got: "Nîqaşên wiha têkiliyên stratejîk û girîng bi pêş dixe."

​​​​​​​Dr. Xalid El-Izî:  Kongreya li Urdunê bingeha têkiliyên Erebî-Kurdî ava dike
24 ÇILE, 2022   05:07
QAHÎRA-EMANÎ EZAM

Bi vexwendina ji aliyê Navenda El-Qudis a Lêkolînên Siyasî û Komîteya Însyatîfa Kurdî – Erebî ya KNK`ê ve, roja şemiyê kongreyê diyaloga Erebî – Kurdî, rêbazên xurtkirina wê bi dirûşmeya "Ereb û Kurd.. diyalog rêya pêşeroja hevbeş e" li paytexta Urdun Emanê hate lidarxistin. Bi dehan kesayetên ji Urdun, Filistîn, Misir, Lubnan, herêma Başûrê Kurdistanê û Ewropayê beşdarî kongere bûn.

Têkildarî mijarê Dr. Madeya Siyasî li Lubnanê ku beşdarî kongreyê bûbû, Xalid El-Izî ji ANHA`yê re axivî û got: "Kongre bi armanca avakirina têkiliyên di navbera Ereb û Kurdan de hatiye pêkanîn. Dê ji berê ve dest pê bike û ber bi lidarxistina diyalogên di navbera pêkhateyên herêmê de biçe. Pê re jî dê cureyeke ji diyalogan derkeve pêş ku di dema sîstemên desthilat de, azadiyê misoger bike, ji ber ku van sîsteman bi sloganên neteweperestî gelên xwe kole kirin da ku serweriya wan bimîne."

El-Izî diyar kir ku wê di kongreyê de mijara rola ragihandina kurdî di çarçoveya têkiliyên Erebî-Kurdî de li gel serdema neteweperestî û  globalbûnê şîrove kir.

Dr Xalid El-Izî bal kişand ser girîngiya avakirina têkiliyên di navbera Ereb û Kurdan de û wiha dewam kir: "Di serdema globalbûnê û pêşketina cîhanî de, ji rewşenbîran tê xwestin ku diyalogan li dar bixin û bikin ferzend ku ji paşmayiyên paşerojê rizgar bibin û têkiliyên dîrokî, civakî û aborî ku hewcedariya pêkhateyên li herêma Rojhilata Navîn pê heye, pêşbixin, nexasim ku dewletên zilhêz ên rolekê dilîzin û sînorên çêkirî xêz dikin, dixwazin di serî de li ser hesabên aliyên din, berjewendiyên xwe pêk bînin."

Doktorê medyaya siyasî li Lubnanê da zanîn  ku berjewendiyên jeopolîtîk ên welatên biçûk li ber çavan nayên girtin û got: "Ji ber ku helwest û berjewendiyên dewletên zilhêz ên ku dixwazin nexşe û nîşaneyên nû xêz bikin, li ser hesabên van pêkhateyan e û wekî bombeyeke demkî li gorî kêfa wan dewletan tevdigerînin, da ku fitneyan derxin.

El-Izî destnîşan kir ku ji hemû pêkhateynan tê xwestin ku li ser pêşerojê bifikirin û got: "Ji ber ku pêşeroj têkiliyên nû li ser bingeha rêzdayîn, berjewendiyên aborî û naskirina derdorê, tevlêbûna ji avakirina dewletê ava dike ku hemwelatîbûn li ser netewe û mezheban esas digire."

Dr Xalid El-Izî diyar kir ku hemwelatîbûn girêdanek rasteqîne bi her pêkhateyekê re çêdike ku di vê dewletê de hebûna xwe hebe û xwedî erk be re  û bi vî awayî, ev girêdan dibe bi dewleta ku tê de têkel dibe û têgehên nû diafirîne.

Di dawiyê de Xalid El-Izî got, kongre û fourmên wiha bingeha avakirina têgehên nû ne, da ku têkiliyên stratejîk û girîng derkevin pêş û têgehên berê yên hesasiyetên di navbera pêkhateyan de çêdike, jî holê werin rakirin.

(eh)

ANHA