Yekitiya Parêzeran: Êrişa li ser girtîgeha Sînaa bi destê dewleta Tirk e

Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku armanca êrişa li ser girtîgeha Sînaa revandina bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê ye û ji bo zemînek ji bo destwerdaneke din a dewleta Tirk a dagirker ava bibe.

Yekitiya Parêzeran: Êrişa li ser girtîgeha Sînaa bi destê dewleta Tirk e
23 ÇILE, 2022   14:29

Têkildarî êrişên şaneyên çeteyên DAIŞ' yên li ser girtîgeha Sînaa ya taxa Xiwêran a Hesekê, Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyanî da.

Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Bakru û Rojhilatê Sûriyê Mişleb El-Turkan daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin, bi derbasbûna 8 salan li ser ragihandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, dewleta Tirk hewl dide fişarê li ser DAIŞ`ê sivik bike. Ji ber wê QSD`ê bi şerên din mijul dike û hemwextî êrişa li ser girtîgehê, bajarên Til Temir, Girê Spî û herêma Şehbayê topbaran kirin.

Di daxuyaniyê de li ser êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser girtîgha li Hesekê jî wiha hate gotin: "Ev êriş bi destê dewleta Tirk a dagirker pêk hat û li ser kesekî nayê veşartin ku dewleta Tirk sponseriya DAIŞ`ê dike, desteka lojistîk û leşkerî jê re pêşkêş kir û balafirgehên xwe li pêşiya hemû terorsîtên ji cîhanê vekir.

Ev êrişa dawî bi armanca revandina DAIŞ`ê ye da ku sûcan pêk bîne û tevliheviyê li herêmê belav bike, zemînekê ji bo destwerdaneke din a dewleta li dijî herêmê ava bike. "

Di berdewama daxuyaniyê de bal hate kişandin ser helwesta civata navneteweyî ya li hember sûcên Tirkiyê û çeteyên wê û wiha hate gotin: "Civata navneteweyî berpirsa sûcên dewleta Tirk û ajandeyên wê yên terorîst (DAIŞ) ne ji ber ku bêdeng e. Gelek caran Rêveberiya Xweser bang li dewletên cîhanê kir ku hemwelatiyên xwe yên DAIŞ`ê hildin, lê bangewaziyên wê bê bersiv hiştin.

Yekitiya Parêzeran di dawiya daxuyaniya xwe de bang li Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê û hemû rêxistinên têkildarî mafên mirovan kir ku van sûcên dewleta Tirk rawestînin, fişarê lê bikin ku ji herêmên Sûriyê vekişin, sûcdarên sûcên şer darizînin û ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê dadgehên navneteweyî ava bikin.

(şx)          

AHNA