​​​​​​​Kongra Star: Dewleta Tirk bi çeteyan re êrişa li ser Xiwêranê plan kir

Kongra Star têkildarî êrişên çeteyên DAIŞ`ê yên li dijî girtîgeha Xiwêran a li Hesekê daxuyaniyek da û bang kir ku fişarên li dewletan bikin ku hemwelatiyên xwe yên DAIŞ`ê wergirin.

​​​​​​​Kongra Star: Dewleta Tirk bi çeteyan re êrişa li ser Xiwêranê plan kir
23 ÇILE, 2022   13:29
QAMIŞLO

Têkildarî êrişa şaneyên DAIŞ`ê ya li dijî girtîgeha Xiwêranê Kongra Star daxuyaniyek da. Endama Nivîsgeha Têkiliyan û Lihevkirinên Demokratîk a Kongra Star Pêncewîn Elî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku civata navneteweyî berpirsa êrişa şaneyên DAIŞ`ê ya li dijî girtîgeha Sînaa ya Xiwêranê ye.

Di dauxyaniyê de hat destnîşankirin ku ruxmî fedakariyên mezin ên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û bangewaziyên Rêveberiya Xweser lê civata navneteweyî heta niha tu helwest nîşan nedane.

Di daxuyaniyê de îşaret bi êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê hat kirin û hate gotin: “Hemwextî salvegera 4`an a êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê, endamên şaneyan êrişî girtîgehê kir. Ji vir xuya dibe ku dewleta Tirk û rêxistina terorîst ev êriş plan kiriye da ku rêxistinên terorîst li herêmê vejînin.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî hat kirin ku mudaxele bikin û erkên xwe bînin cih. Fişarê li dewletan bikin ku hemwelatiyên xwe yên DAIŞ`î wergirin û rê li pêşiya vejandina DAIŞ`ê li herêmên ewle bigirin.

(şx)

ANHA