QSD: Hêzên me di qonaxa pêşîn a têkbirina çeteyên êrişî girtîgehê kirine de ne

QSD’ê ragihand ku hêzên wan bi temamî serwerî li rewşa awarte kir ku DAIŞ’ê hewl dida ji wê yekê sûdê werbigire û bireve û got: "Em di qonaxa pêşîn a têkbirina çeteyên êrişkarên girtîgehê de ne."

QSD: Hêzên me di qonaxa pêşîn a têkbirina çeteyên êrişî girtîgehê kirine de ne
23 ÇILE, 2022   14:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî rewşa meydanî ya girêdayî êrişa çeteyên DAIŞ’ê li ser girtîgeha Xiwêranê ya li Hesekê agahdariyek weşand.

Di agahdariyê de wiha hate gotin:

"Dezgehên çapemeniyê agahiyên nezelal li ser kontrolkirina girtîgeha Sînaa bi temamî ji aliyê hêzên me ve belav kirin.

Ev agahî ne zelal in . Hêzên me rewşa awarte ya ku DAIŞ’ê hewl dida sûdê ji werbigire û bireve bi temamî kontrol kir. Bi vê yekê çeteyên DAIŞ’ê yên mayî nikarin di dîwarên girtîgehê re birevin.

Em di qonaxa pêşîn a têkbirina çeteyên ku hewl dane êrişî girtîgehê bikin de ne her wiha xwe li ber dîwarên bakur û hin odeyan xurt kirin. Operasyona paqijkirinê berdewam e û îro bi dehan çete hatin kuştin û girtin."

(fr)