​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn bang li çeteyan kir ku teslîm bibin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn piştî ku dorpêça li ser çeteyên DAIŞ`ê li başûrê Hesekê teng kir, bang li çeteyên êrişkar kir ku xwe radest bikin.

​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn bang li çeteyan kir ku teslîm bibin
23 ÇILE, 2022   12:06
HESEKÊ

Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi hoparloran bang li çeteyên êrişkar ên di avahiyan de dorpêçkirî kir ku xwe radest bikin.

Nûçegihana me Henar Îbrahîm ji taxa Xiwêran ragihand ku hêzên ewlehiyê bang li çeteyan dikin ku çekan deynin û xwe radest bikin, ji ber ku tu rê li pêşiya wan tune ye.

Ji dîmenan diyar dibe ku panzêrên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD`ê li derdora girtîgeha Sînaa dewriyeyan dimeşînin û bi rêya hoparlor bang li çeteyan dikin ku xwe radest bikin.

(şx)

ANHA