Li girtîgehên dewleta Tirk mafê tedawîbûnê asteng dikin

Girtiyên di girtîgeheke dewleta Tirk de nameyek ji Komeleya Mafên Mirovan re şand û tê de destnîşan kir ku mafê tedawîbûnê yê 4 girtiyan tê astengkirin ku nexweş in û temenê wan jî mezin e.

Li girtîgehên dewleta Tirk mafê tedawîbûnê asteng dikin
23 ÇILE, 2022   11:43
NAVENDA NÛÇEYAN 

Gabar Denlî, Yilmaz Bulut, Mazlûm Akdag, Huseyîn Aydin û Fuat Taş ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê ya dewleta Tirk tên ragirtin, ji Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) re nameyk şand û bal kişand ser rewşa 4 girtiyên nexweş û binpêkirina mafan a li girtîgehê.

Di nameyê de ji girtiyên ku rewşa wan tê destnîşankirin yek jê 60 û yek jê 70 salî ye. Abdulrahîm Demîr (60), Ferzende Erbî (72), Abdullah Ateş (70), Ehettîn Kaynar (72) Kerîm Boran (81) di Komîsyona Adeletê cih digirtin ku li Îdirê malbatên xwîniyên hev li hev anîbûn. Hezîrana 2018'an ji ber ku di vê komîsyonê de bûn bi îdîaya 'endamên rêxistinê' ne û “yekitiya dewletê û yekparebûna welat xira kirine” cezayê muebetê li wan hate birîn.

Di nameyê de hate gotin girtî nayên tedawîkirin û rewşa tenduristiya wan her ku diçe giran dibe. Her wiha hate bibîrxistin girtiyên bi navê Ibrahîm Akbaba û Hadî Yalçin jî jiyana xwe ji dest daye.

Girtiyan diyar kir ku rewş giran dibe û got: “Dibe ku cînayetên komî çêbin.”

Di nameyê de hate diyarkirin bi kêfî girtiyên nexweş nabin nexweşxanê, bi xweşî nayên mieyenekirin, dermanan bi derengî didin wan, piştî ku nexweşî tê asta ku nema dikarin tedawî bibin ji nû pêvjaoya tedawiyê dest pê dike.

Her wiha hate gotin cot kelepçeyan li wan dixin û wisa wan dibin nexweşxaneyê û li nexweşxaneyê jî bi nivînan ve têne kelepçekirin.

Di nameyê de nexweşiyên girtiyên bi navê Ehettîn Kayar, Kerîm Boran, Ferzende Erbî, Abdulrahîm Demîr hatin bibîrxistin û hate xwestin hevalên wan ên ku ji ber nexweşî û temenê xwe nikarin bi serê xwe jiyana xwe bidomînin, demildest werin berdan, heta ku werin berdan tedawiya wan were kirin, ev hevalên wan dema ku birin nexweşxanê divê bi ambûlansê wan bibin, dermanên ku hewce ne bi kar bînin, divê bidin wan û neyê astengkirin û heqê van dermanan dewlet bide û heta ku bêne berdan wan bibin girtîgehên nêzî malbatên wan.