​​​​​​​Koçberên Efrînê: Em ê heta rizgarkirina Efrînê li ber xwe bidin

Koçberên Efrînê yên li Kampa Berxwedan a navçeya Fafînê dimînin, li hember êrişên artêşa Tirk, soza berdewamkirina berxwedanê heta rizgarkirina Efrîn û vegera birûmet da.

​​​​​​​Koçberên Efrînê: Em ê heta rizgarkirina Efrînê li ber xwe bidin
23 ÇILE, 2022   08:36
ŞEHBA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 20`ê Çileya 2018`an êrişî kantona Efrînê kir. Di wan êrişan de 72 balafirên şer bi kar anîn. Dewleta Tirk j iwan êrişan armanc kir, herêmê dagir bike, çand û dîroka kurdan qir bike.

Sûcên li dijî Efrînê di 4 salan de pêk hatine wek talankirin, qetilkirin, revandin û guhartina demografiyê jê armanc ew bû ku nasnameya kurdî ya herêmê tune bibe.

Ruxmî koçberkirinê, topbaranê lê şêniyên Efrînê ji bo rizgarkirina Efrînê û vegera bi rûmet li Şehbayê li ber xwe didin.

Têkildarî mijarê koçberên Efrînê yên li Kampa Berxwedan a navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê dimînin, nêrînên xwe bi ajansê re pave kirin.

Ji şêniyên kantona Efrînê Selwa Şêxo axivî û îşaret bi topbarana artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî wan kir û  got, armanc ji van êrişan koçberkirin û qirkirina wan e.

ꞌEFRÎN DÎROKA BAVAN E Û XAKA WÊ JÎ RÛMETA ME YEꞌ

Selwa Şêxo ev li gotina xwe zêde kir: "Balafirên dewleta dagirker li asmanê kantona Efrînê geriyan, mal û goristanên şehîdên me wêran kirin, lê em ê heta rizgarkirina Efrînê û vegera lê li ber xwe bidin. Çiqasî hewldana guhartina dîrokê bikin, dê nikaribe kantona Efrînê tevli dewleta xwe ya osmanî bikin ku li ser kuştin û dagirkeriyê ava bûye. Ji ber ku Efrîn dîroka pêşiyên me ne û xaka wê jî rûmeta me ye."

ꞌLI PÊŞ ÇAVÊN CIVATA NAVNETEWEYÎ WELATIYAN BI ÇEKÊN QEDEXEKIRÎ DIKE HEDEFꞌ

Gulîstan Hiso bêdengiya civata navneteweyî ya li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û got: "Beriya 4 salan wekî vê rojê artêşa Tirk êrişî Efrînê kir, zarok, jin, mêr û temenmezinan bi hemû cureyên çekên qedexekirî kir hedef. Li hember vê yekê jî civata navneteweyî bêdeng bû."

ꞌJI BO EFRÎNÊ EM FEDAYÎ NEꞌ

Welatiyê bi navê Omer Hemkê axivî û got: "4 sal di ser koçberkirina me re derbas bû. Em li kampan serma û germahî tehemul dikin da ku em Efrînê rizgar bikin û bi rûmet lê vegerin. Dewleta Tirk a dagirker hewldana qirkirina Kurdan dike, lê çi were xwestin jî em ê bikin da ku vegerin xaka xwe, heta ku pêwîst bike jî em ê canên xwe feda bikin, em ji bo Efrînê fedayî ne."

ꞌEM Ê BI BERXWEDANA XWE EFRÎNÊ RIZGAR BIKINꞌ

Welatiya bi navê Selwa Bîlal diyar kir ku ew li Efrînê bi aştî dijiyan, lê artêşa Tirk êrişên hovane bir ser de wan anîn, ji ber wê neçar man ber bi Şehbayê ve biçin, da ku xwe ji terora dagirkeran biparêzin.

Selwa Bîlal da zanîn ku ew ê heta rizgarkirina Efrînê li ber xwe bidin û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Li Kampa Berxwedan, em ê hemû astengiyan tehemul bikin û dê bi berxwedanê em ê Efrîn rizgar bikin."

(eh)

ANHA