ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-01-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-01-2022
23 ÇILE, 2022   00:00

-Li Sêmalkayê çalakiya bi armanca wergirtina cenazeyên gerîlayên ku di kemîna hêzên PDK'ê de şehîd bûne, di roja 111'an de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rewşenbîran "lihevkirirnên" ku ji aliyê hikumeta Şamê ve tên kirin, red kirin û wekî israra hikumeta Şamê li ser redkirina beşdarbûna di biryara siyasî û naskirina mafên sûriyan de , bi nav kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kesên ku ji ber bombebarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawa zirar dîtine, piştrast kir ku dagirkeriya Tirk di salvegera êrişên li ser kantona Efrînê de hewl da komkujiyên li dijî sivîlan dubare bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).          

-Koçberên Efrînê yên li kampa Berxwedan a navçeya Fafînê, li dijî êrişên artêşa Tirk, soza berdewamkirina berxwedanê heta rizgarkirina Efrîn û vegera birûmet da. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rûspiyên eşîreyên navçeya Dirbêsiyê ji ber zêdebûna xeteriya DAIŞ`ê piştî êrişa li dijî girtîgeha Xiwêranê, hişyarî da civaka navneteweyî û banga çareserkirina dosyaya çeteyên DAIŞ`ê bi rêya avakirina dadgeheke navneteweyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

-Berpirsê Navenda Ragihandinê Ya QSD`ê Ferhad Şamî, plana hevpar a çeteyên DAIŞ û dewleta Tirk  bi van gotinan eşkere kir: “Hesekê bigirin, li pişt çiyayê Kezwana xetekê ava bikin ku xeta Til Temir bibe wek korîdorekî ku çeteyên dewleta Tirk li pişt Hesekê bizîvirin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Hevserokê Desteya Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zêdan El-Asî wiha got: "Êrişên çeteyên DAIŞ`ê li ser girtîgeha Sînaa, ji dema têkbirina wan ji baregehên Baxozê, mezintir û xetertir in." El-Asî da zanîn ku destên dewleta Tirk û hikumeta Şamê di van êrişan de hene. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Sîham Dawûd diyar kir ku hikumeta Şamê û hêzên navneteweyî berpirsên berdewamkirina aloziyê ne. Her wiha hişyarî da ku israra hikumeta Şamê a redkirina diyalogê dê welat parçe bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê Hikmet Hebîb diyar kir ku êrişên li dijî girtîgeha Sînaa, plankirî ne û destên Tirkiyê tê de hene, ji lewma divê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hîn zêdetir hişyar be. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

-Çavdêr dibêjin ku armanca Rûsya ji dewriyeyên hevbeş ên bi hikumeta Şamê re yên li berava Laziqiyê, kontrolkirina beravê û derxistina Îranê û hevalbendên wê ye, li aliyekî din jî ji ber kirîza li Tirkiyê û bêdemokrasiyê, gelek endam ji partiya Erdogan îstîfa dikin. (BI WÊNE)

ANHA