Sîham Dawûd: Israra rejîmê li ser çareseriya leşkerî dê Sûriyê parçe bike

Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Sîham Dawûd diyar kir ku hikumeta Şamê û hêzên navneteweyî berpirsên berdewamkirina aloziyê ne. Her wiha hişyarî da ku israra hikumeta Şamê a redkirina diyalogê dê welat parçe bike.

Sîham Dawûd: Israra rejîmê li ser çareseriya leşkerî dê Sûriyê parçe bike
23 ÇILE, 2022   02:50
REQA-EHMED EL-ELÎ

Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Sîham Dawûd ji ajansa me re axivî û got: “Dewletên herêmî yên mudaxeleya Sûriyê kirine di serî de dewleta Tirk a dagirker, berpirsên berdewamkirina aloziya Sûriyê ne. Ji ber ku her aliyek li berjewendiyên xwe digere û alozî dirêj kir. Tenê gelê Sûriyê ji ber encamên neyînî yên aloziyê êş û zehmetiyan dikişînin.”

Sîham Dawûd destnîşan kir ku tu çareserî di demeke nêz de xuya nakin, ji ber wê bang li sûriyan kir ku aloziya xwe li gorî bingehên siyasî çareser bikin.

Sîham Dawûd wiha domand: “Ji damezirandina partiyê ve, me bang li diyaloga sûrî-sûrî kir ku dê vê aloziyê bi dawî bike.”  

Sîham Dawûd daxuyand ku diyalog rêya yekane ya çareserkirina aloziyê ye û got: “Aloziya li welat bi rêyên leşkerî yan jî mudaxeleyên derve çareser nabe. Sûrî tenê dikarin wê çareser bikin û teşeya Sûriyeya pêşerojê diyar bikin. Em nikarin vegerin beriya 2011`an ku hikumet daxwaza vê yekê dike.”

Bi nêrîna Sîham Dawûd çareseriya yekane ya aloziyê, diyalogek avaker a cidî ye û wiha domand: “Em bang li aliyên navneteweyî dikin ku zextê bikin da ku alozî li gorî biryara NY`yê ya bi hejmar 2254 çareser bibe.” 

Sîham Dawûd îşaret bi bangewaziyên Rûsyayê ji bo destpêkirina diyalogê di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de kir û got: “Hikumeta Şamê di vî warî de ne cidî ye. Li ser çareseriya leşkerî û kontrolkirina axa Sûriyê mîna berê israras dike, lê ev ne pêkan e.”

Sîham Dawûd ev yek li gotinên xwe zêde kir: “Rêveberiya Xweser her tim banga diyalogê dike. Lê hikuemta Şamê van bangewaziyan paşguh dike. Projeyek li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye û divê  bibe tova çareserkirina aloziya li welêt û bi rêya wê Sûriyeke pirrengî ya demokratîk û nenavendî ava bibe.” 

Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê bi bîr xist ku ruxmî hikumeta Şamê îtîraf kir ku vegera welêt heta beriya 2011`an ne pêkan e û teşeya desthilatê li Sûriyê dê ne navendî be, lê cidîbûna hikumeta Şamê di vî warî de ne diyar e.

Sîham Dawûd wiha pê de çû: “Em ji bo yekitıya axa Sûriyê kar dikin. Lê heke hikumeta Şamê di serhişkiya xwe û çareseriya leşkerî de bi israr e, di dawiyê de dê Sûriyê parçe bibe. Bi nêrîna me çareseriya herî guncew a aloziyê, diyaloga sûrî ye. Divê hêzên herêmî piştgiriya vê diyalogê bikin û biryarên navneteweyî yên têkildarî çareserkirina aloziya li welêt aktîv bikin.”

Sîham Dawûd di dawiyê de got: “Divê hêzên herêmî û navneteweyî û hikumeta Şamê projeya Rêveberiya Xweser di ber çavan re derbas bikin. Ev proje bi ser ket. Civînên têkildarî aloziya Sûriyê bê hebûna Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) dê bi bin kevin. Sûrî dikarin sûdê ji projeyê bigirin ku ewlehiyeke aborî û civakî ya mezin pêk anî.”

(şx)

ANHA