Şêniyên gundê Aqîbê: Dewleta Tirk dixwaze komkujiyên din pêk bîne

Kesên ku ji ber bombebarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawa zirar dîtine, piştrast kir ku dagirkeriya Tirk di salvegera êrişên li ser kantona Efrînê de hewl da komkujiyên li dijî sivîlan dubare bike.           

Şêniyên gundê Aqîbê: Dewleta Tirk dixwaze komkujiyên din pêk bîne
Şêniyên gundê Aqîbê: Dewleta Tirk dixwaze komkujiyên din pêk bîne
Şêniyên gundê Aqîbê: Dewleta Tirk dixwaze komkujiyên din pêk bîne
Şêniyên gundê Aqîbê: Dewleta Tirk dixwaze komkujiyên din pêk bîne
23 ÇILE, 2022   05:11
ŞEHBA- FÎRAS ÎBRAHÎM- ALAN REŞÎD

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh bi çekên giran êrişî gund û herêmên cuda yên kantona Şehba û gundên navçeyên Şera û Şêrawa, kirin.         

Hemwextî xwepêşandana bi deh hezaran şêniyên kantona Efrînê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser kantona Efrînê, artêşa Tirk a dagirker xwepêşandêrên li gundê Dêr Cimalê kir hedef.       

Di encama bombebarana artêşa Tirk a dagirker li ser gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawa de, zaroka bi navê Mircan Mistefa 13 salî lingê wê birîn bû û welatiyê bi navê Mihemed Ehmed Nesan yê ji şêniyên kantona Efrînê koçber bûye, milê wî birîn bû, her wiha ji ber bombebaranê ziyanên madî bi mal û milkên sivîlan de jî çêbûn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku gundên ku li navçeya Şêrawa hatine bombebarankirin "Aqîbê, Ziyaretê, Bênê, Xurûbkê" û li kantona Şehba jî "Dêr Cimal, rêya Kefr Naya, Eyndeqnê, navenda navçeya Til Rifat, Şêx Îsa", her wiha li navçeya Şera gundên "Tinib, Îrşadiyê, Malkiyê, Şewarxa, Merenaz, Kefer EAnton".

Bombebarana artêşa Tirk a dagirker heta saetên derengiya şevê li ser herêmê dewam kir û zêdeyî 200 roket li herêmê ketin.

Di vê çarçoveyê de, ajansa me li gundê Aqîbê bi zaroka birîndar û hejmarek ji welatiyên gund re hevdîtin pêk anîn. Welatiyan diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide komkujiyên ku di dema dagirkirina Efrînê sala 2018'an de kirine careke din dubare bike.

Zaroka bi navê Mircan Mistefa ya ji gundê Aqîbê got: "Dema min dengê topên ku bi ser gund de dibarin bihîst, ez bi lez çûm malê û dema ku ez ketim hundir, moşek li mala me ket, lingê min birîn bû."            

Welatiyê bi navê Mihemed Nesan ê ji koçberên Efrînê got: "Dema ku min zarokê xwe dibirin cihekî ewle, topek li odeya me ket. Dagirkeriya Tirk koçberkirina me ya li Efrînê bes nedît, dixwaze me ji cih û warên me koçber bike û tune bike."

Keça Mihemed Nesan, Hîvara got: "Di saet 2’yan de top bi ser gund de barîn û dema ku bavê min hewl da me bigihîne cihekî ewle, topek li mala me ket û bavê min birîndar bû."      

Welatiyê bi navê Receb Mistefa ji gundê Aqîbê diyar kir ku dagirkeriya Tirk di dema hedefgirtina herêmê de, bi taybet gundê Aqîbê kir hedef û piştrast kir ku ew dixwaze wan ji malên wan koçber bike wekî çawa ji Efrînê koçber kirine û komkujiyên li Efrînê pêk anîne dubare bike.                

Receb Mistefa wiha dom kir: "Tevî bombebarana bêserûber û hovane bi ser gundê me de, dîsa jî gel bi îsrar e ku li gundên xwe bimîne û wan ji dagirkeriya Tirk re nehêle."

Mistefa destnîşan kir ku dema ku şêniyên Efrînê bi boneya salvegera êrişên sala 2018'an li ser kantona Efrînê derketibûn xwepêşandanê, dewleta Tirk a dagiker kirin armanc, ev yek nîşaneya eşkere ya hovîtiyên dewleta Tirk û dijminatiya wê ya li dijî Kurdan e.

Mistefa bêdengî û xemsariya civaka navneteweyî li hember bombebaran, sûc û binpêkirinên ku zarokên navçeya Şêrawa û kantona Şehbayê dike armanc şermezar kirin.

Mistefa di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ew ê li gundên xwe bimînin û got: "Eger mirin hebe, mirina li ser axa me ji bo me rûmet e."

Dewleta Tirk a dagirker di Sibata 2020’an de li gundê Aqîbê komkujiyek pêk anîbû û di encamê de ji malbatekê 3 kes hatibûn kuştin û hin kesên din bi giranî birîndar bûbûn.

(dx)

ANHA