‛Em piştevaniya QSD’ê di şerê li dijî çete û Tirkiyê de dikin’

Meclisa Rûsiyan a Reqayê da zanîn ku ew di şerê li dijî çeteyan de bi QSD`ê re ne û destnîşan kir ku êrişên DAIŞ`ê li dijî girtîgeha Sînaa, êrişên dewleta Tirk li ser Til Temir û Eyn Îsayê nîşan dide ku dewleta Tirk piştevaniya terorê dike.

‛Em piştevaniya QSD’ê di şerê li dijî çete û Tirkiyê de dikin’
22 ÇILE, 2022   18:03
HESEKÊ

Têkildarî bûyerên li Hesekê yên ji ber êrişa çeteyên DAIŞ’ê li dijî girtîgeha Xiwêran a li taxa Xiwêran rû dane ku çeteyan birevînin û piştre êriş di navbera çete û Hêzên Ewlekariya Hundirîn de rû da, gelek rûspiyên eşîreyan serdana taxa Xiwêran kir ku rewşê bişopînin.

Girêdayî mijarê nûnerê Desteya Rûspiyan a Eşîreyên Ereb Sabit El-Cewher teqez kir ku hêzên leşkerî ji bo rizgarkirina avahiyên li nêzî girtîgeha Sînaa bi şeref şer dikin û destnîşan kir ku QSD`ê çete dorpêç kirine û hatiye kontrolkirin.

El-Cewher bang li saziyên civaka sivîl û hêzên navneteweyî kir ku li dijî planên dewleta Tirk bisekinin, ji ber ew destekê dide terorê.

El-Cewher anî ziman ku êrişa li dijî girtîgeha Sînaa bi rasthatina hedefgirtina balafirên bêmirov ên dagirkeriya Tirk ji alavên leşkerî yên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê re pêk hat. Ji ber Meclisa Leşkerî ya Til Temirê hewl dida piştevaniya hêzên leşkerî bike ku şerê çeteyên DAIŞ’ê li taxa Xiwêran bike. Li aliyekî din jî dewleta Tirk herêmên Eyn Îsa topbaran kirin. Ev yek jî nîşan dide ku dewleta Tirk destekê dide terorê.

Sabit El-Cewher di dawiyê de wiha got: "Şêx û rûspiyên eşîreyên herêma Cizîrê bang li welatiyan dikin ku hişyar bin, ji ber şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê li herêmê hene."

(bx)

ANHA