​​​​​​​Zêdan El-Asî: Êrişên DAIŞ`ê pir xeter in, divê civata navneteweyî bi erka xwe rabe

Hevserokê Desteya Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zêdan El-Asî got, êrişên çeteyên DAIŞ`ê li ser girtîgeha Sîna, gelek mezin û xeter in û da zanîn ku destên dewleta Tirk û hikumeta Şamê di van êrişan de hene.

​​​​​​​Zêdan El-Asî: Êrişên DAIŞ`ê pir xeter in, divê civata navneteweyî bi erka xwe rabe
23 ÇILE, 2022   01:46
REQA-EHMED ESAF

Hevserokê Desteya Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zêdan El-Asî têkildarî xeteriya vê êrişê û armancên piştevanên wan li herêmê, ji ANHA`yê re axivî.

JI DEMA TÊKBIRINA DAIŞ`Ê EV ÊRIŞ MEZINTIRÎN Û XETERTIRÎN E

Zêdan El-Asî ev tişt got: "Êrişên dawî yên li dijî girtîgeha Sînaa ku girtiyên çeteyên DAIŞ`ê lê ne, ji dema têkbirin û binketina wan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ev mezintirîn û xetertir in. Ev êrişa mezin û rêxistinkirî nîşan dide ku hin alî hene piştgiriya DAIŞ`ê dikin û di vê demê de bi taybet ji wan re hêsan dike."

El-Asî ev li gotina xwe zêde kir: "Ji derve û hundir ve piştgiriya van komên terorîst tê kirin da ku ev êriş were rêxistinkirin, ger ne ji vê piştgiriyê bûya şaneyan nedikarî êriş bikira. Di demên dawî de êrişên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve zêde bûne û hemwextî vê yekê hêzên hikumetê jî li hundir tev digerin, da ku ewlehiya herêmên Rêveberiya Xweser têk bibin."

ꞌPROJEYA ME HIKUMET Û DEWLETA TIRK BI FIKAR DIKEꞌ

Zêdan El-Asî bi domdarî got: "Projeya Rêveberiya Xweser ji hundir ve hikumetê bi fikar dike, ji ber ku bingeha Sûriya pêşerojê ye. Dewleta Tirk a dagirker jî ku hêzên xwe ji aliyê bejahî û hewayî ve tev gerandin û balafirên xwe piştgiriya hêzan wan kirin da ku girtîgehê ji DAIŞ`ê rizgar bike."

El-Asî ev li gotina xwe zêde kir: "Êriş li ser herêma Eyn Îsa hene, di encamê de du sivîl ji gundê Cehbel şehîd bûn, hêzên dagirkeriya Tirk û çeteyên li aliyê Til Temir hebûna xwe xurt dikin, ji vir jî mirov nas dike ku kesên rê hêsan kir û ji van komên terorîst re plan kir, Tirkiyê û hikumet bi xwe ne ku li hundir dixebite da ku êrişên li dijî girtîgehê hêsan bike."

ꞌPIŞTGIRIYA GEL JI SALVEGERA ÊRIŞÊN LI DIJÎ EFRÎNÊ BÛ SEDEMA BERTEKA TIRKIYÊꞌ

Hevserokê Desteya Parastinê ev nirxandin kir: "Piştgiriya gel ji salvegera 4`emîn a salvegera êrişên li ser Efrînê, hişt ku artêşa Tirk vê bersivê bide û ji herêmên hikumet kontrola wan dike, top avêt Efrînê, di encamê de du sivîl birîndar bûn."

El-Asî da zanîn ku topên li dijî bajarê Efrînê û êrişên li ser herêma Eyn Îsa û Til Temir, ji êrişên dawî yên li dijî girtîgeha Sînaa ne qut e.

ꞌQSD`Ê JI DÊVLA CIVAKA NAVNETEWEYÎ ŞER KIR Û DIVÊ BERPIRSYARIYÊ RAKEꞌ

El-Asî destnîşan kir ku QSD`ê li dijî terorê şer kir û berdêl dan, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çeteyên DAIŞ`ê têk bir, lê hikumetê ruxmî piştgiriya rûsî, nekarî wan têk bibe.

El-Asî diyar kir ku QSD`ê li şûna civaka navneteweyî şer kir û ew têk bir, lê bi awayekî veşartî piştgiriya wan dikin, da ku ji nû ve xwe bi rêxistin bikin, li aliyekî din jî berjewendiyên navneteweyî hene, nexasim ên hikumetê da ku ji cîhanê re isbat bikin ku alternetîfa Beşar, teror e û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Ji berjewendiyên hikumetê ye ku DAIŞ vegere wekî berê, li ser vê yekê em bang li civata navneteweyî dikin ku bi berpirsyariya xwe rabe û piştgiriya Rêveberiya Xweser û hêzên xwe bike da ku ev rêxistina terorîst bi dawî bibe."

(eh)

ANHA