Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrazorê 29 şehîdên Çileyê bi bîr anîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrazorê 29 şehîdên Çileyê ku roleke mezin di rizgarkirina Dêrazorê ji terora DAIŞ`ê de pêk anî, bi bîr anîn.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrazorê 29 şehîdên Çileyê bi bîr anîn
Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrazorê 29 şehîdên Çileyê bi bîr anîn
Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrazorê 29 şehîdên Çileyê bi bîr anîn
Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrazorê 29 şehîdên Çileyê bi bîr anîn
Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrazorê 29 şehîdên Çileyê bi bîr anîn
Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrazorê 29 şehîdên Çileyê bi bîr anîn
22 ÇILE, 2022   17:48
DÊRAZOR

Merasîm li qada Meclisa Leşkerî ya El-Kesra ya rojavayê Dêrazorê û bi beşdariya malbatên şehîdan, nûnerên meclisên sivîl û leşkerî yên Dêrazorê li dar ket.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û piştre axaftin hatin kirin û tê de behsa rola şehîdan û destkeftiyên wan di têkbirina terorê de hate kirin.

Têkildarî mijarê endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrazorê Wefaa Celal axivî û got: "Me merasîma bîranîna 29 şehîdên Dêrazorê ji endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, QSD`ê û Hêzên Erka Xweparastinê li dar xist. Van şehîdan terorîstên li herêmên me têk birin û herêm rizgar kirin."

Wefaa Celal diyar kir ku wan 29 şehîdên di Çileyê de şehîd bûne bi beşdariya malbatên wan bi bîr anîn û got ew şehîd rûmeta gelan in.

Endama Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya li Kampa Ebû Xeşeb Zehre Tayîh axivî û got: "Îro tevlêbûna me ji merasîma bibîranîna şehîdan re erka li ser milê me ye, ji ber ku şehîd ronahiya azadiyê ne."

Zehre Tayîh di dawiyê de soza şopandina rêya şehdan da.

(eh)

ANHA