​​​​​​​Artêşa Tirk topbaranên li dijî Eyn Îsa berfireh dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dijwarî gundewarên Eyn Îsa ji rojhilat heta bi rojavayê navçeyê her wiha stasyona avê û kehrebê ve topbaran dikin.

​​​​​​​Artêşa Tirk topbaranên li dijî Eyn Îsa berfireh dike
22 ÇILE, 2022   17:30
EYN ÎSA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li dijî gundên rojhilat û rojavayê Eyn Îsayê fireh dikin, her wiha gundên Mişêrfê, Cehbel, Fatsê, Xwaringeha Nexîl û stasyona avê û kehrebê ya li bajarokê Hîşê, gundê Xalidiyê û rêya M4 têne topbarankirin.

Ji vê sibehê ve êriş berdewam in, her wiha QSD’ê êrişa çeteyan li dijî gundê Mişêrfê têk bir û 5 çete kuştin.

(fr)

ANHA