QSD’ê hejmara şehîd û birîndarên di êrişa şaneyên DAIŞ’ê de eşkere kirin

QSD’ê ragihand ku 17 endamên wan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û dilxwazên ji saziyên xizmetguzrî di êrişa DAŞ’ê ya li dijî girtîgeha Xiwêran a Hesekê de şehîd bûne û 23 endam jî birîndar bûn û soza têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û piştgirên wan da.

QSD’ê hejmara şehîd û birîndarên di êrişa şaneyên DAIŞ’ê de eşkere kirin
22 ÇILE, 2022   17:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê hejmara şehîd û birîndaran ji dema êrişên şaneyên DAIŞ’ê ji duh ve li dijî girtîgeha Xiwêranê ya li Hesekê eşkere kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Ji êrişa dawî ya terorîsta DAIŞ’ê li dijî girtîgeha Hesekê di 20’ê vê Çileyê de şervanên me berxwedaniyeke bêhempa di oxira parastina herêmê, şênî û ewlehiya cîhanê de raber dikin. Her wiha şervanan bi wan fedekariyan nehişt plana terorîstan a serwerîkirina li ser girtîgehê û revandina terorîstan bi ser keve.

Em QSD’ê bi serbilindî radigihînin ku ji saetên destpêkê heta vê kêliyê li hember êrişên terorîstan û reva çeteyan ji girtîgeha Sînaa ya li Hesekê 17 şervanên me yên hêzên leşkerî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn û dilxwazên saziyên xizmetguzarî gihaştin asta şehadetê. Her wiha şîfaya lezgîn ji 23 hevalên me û karkerên sivîl ên birîndar bûne re dixwazin.

Fedekariya şehîdên me çavkaniya hêzê ji tevahî şervanên me re ye ku têkoşîna li dijî rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst û piştevanên wan re berdewam bikin."

(fr)

ANHA