Careke din dagirker êrişî gundê Mişêrfê û rêya M4 dikin

Careke din artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Mişêrfê, Xwaringeha Nexîl û rêya M4 yên rojhilatê Eyn Îsayê topbaran dikin.

Careke din dagirker êrişî gundê Mişêrfê û rêya M4 dikin
22 ÇILE, 2022   16:59
EYN ÎSA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Mişêrfê, Xwaringeha Nexîl û rêya M4 bi dijwarî topbaran dikin.

Ji vê sibehê ve topbaranên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê berdewam in, li kêlek wê jî QSD’ê êrişeke bejahî ya dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li ser gundê Mişêrfê têk bir û 5 çete kuştin.

ANHA