Malbatên Şehîdan: Êrişa li ser girtîgeha DAIŞ`ê berdewama siyaseta Erdogan e

Malbatên şehîdan ên navçeya Tirbespiyê diyar kir ku êrişa li ser girtîgeha Xiwêran û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Til Temir û Şengalê di salvegera dagirkirina bajarê Efrînê de berdewama siyaseta Erdogan a terorîst e ya vejandina DAIŞ`ê ye.

Malbatên Şehîdan: Êrişa li ser girtîgeha DAIŞ`ê berdewama siyaseta Erdogan e
22 ÇILE, 2022   12:22
QAMIŞLO

Bi dehan malbatên şehîdan ên navçeya Tirbespiyê li pêşiya navenda Şaredariya Gel a navçeyê kom bûn û daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de malbatan piştgiriya xwe bi hêzên leşkerî re ragihand.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê Helîme Hesen daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de meclisê êriş û mudexeleyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî destkeftiyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêveberiya Xweser a Şengalê şermezar kir û got: “Ev sûc bi koordîneya dewleta Sûriyê tê kirin. Êrişa li ser girtîgeha Sîna ya li Hesekê û hewldanên vejandina DAIŞ`ê, li ser mirovahiyê bi giştî xeter e. Hêzên me yên leşkerî li hember vê êrişê sekinî û hemû planên wan têk birin.”

Meclisê di dauxyaniyê de diyar kir ku dubarekirina rêzeêrişan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê di salvegera dagirkirina Efrînê de berdewama siyaseta Erdoganê terorîst e ku hewl dide DAIŞ`ê li herêmê vejîne.

Meclisê di daxuyaniyê de eşkere kir ku ew piştgiriya hêzên leşkerî dike û bang li civata naveteweyî kir ku berpirsyariyên xwe li hember hewldanên vejandina DAIŞ`ê bînin cih.

(şx)

ANHA