​​​​​​​Fermanderekî QSD: Şervanên me êrişa li ser Eyn Îsayê şikand

Ji fermanderên QSD`ê Alan Şukrî eşkere kir ku şervanên QSD`ê êrişa çeteyên dewleta Tirk a dagirker a li ser navçeya Eyn Îsayê şikand.

​​​​​​​Fermanderekî QSD: Şervanên me êrişa li ser Eyn Îsayê şikand
22 ÇILE, 2022   12:10
EYN ÎSA-DÎCLE EHMED

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker vê sibê saet derdora 4:00`an hewl dan gundên Cehbel û Mişêrfe yên li rojhilatê Eyn Îsayê dagir bikin da ku rêya M4 kontrol bikin.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) êrişa çeteyan şikand û gelek zirar gihand çeteyan.

Têkildarî mijarê ji fermandarên QSD`ê Alan Şukrî got çeteyan vê sibê saet derdora 4:00`an êrişî derdora navçeya Eyn Îsayê kir.

Alan Şukrî diyar kir ku li gel hewldana çeteyan, dewleta Tirk a dagirker ji baregehên xwe yên li herêmê Eyn Îsa da ber topan.

Her wiha destnîşan kir ku QSD`ê êrişa çeteyan têk bir, zirarên mezin gihand wan û eşkere kir ku termên gelek çeteyan ketin destê şervanên wan.

Di dawiyê de Alan Şukrî soz da ku ew ê parastina Girê Spî û Eyn Îsayê berdewam bikin û dê nehêlin dewleta Tirk axa Sûriyê dagir bike.

(şx)

ANHA