Ferzende Munzur: Rakirina qedexeya li ser PKK'ê pêkanîna edaletê li cîhanê ye

Berdevkê Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferzende Munzur  diyar kir ku xistina PKK'ê nava "lîsteya terorê" berdewama komploya navneteweyî ya li ser Kurdistanê ye û got, rakirina qedexeya li ser partiyê gaveke ber bi pêkanîna edaletê li cîhanê ve ye.

Ferzende Munzur: Rakirina qedexeya li ser PKK'ê pêkanîna edaletê li cîhanê ye
22 ÇILE, 2022   01:46
QAMIŞLO – SOLÎN EHMÊ

Ji bo derxistina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji "lîsteya terorê'' ya Yekitiya Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, 13'ê Kanûna 2021'an kampaniyaya "Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî" hate ragihandin. Ji 30 dewletan hejmareke mezin ji parlamanter, akademîsyen, nivîskar , çalakvan û siyasetmedar beşdarî kampanyayê bûn.

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî kampanyayê bûn û diyar kir ku dê li her deverê çalakiyan li der bixe û îmzeyan kom bike.

'ROLA PKK DI TUNEKIRINA ÇETEYÊN DAIŞ DE SEREKE YE'

Berdevkê Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferzende Munzur  ji ANHA'yê re axivî û diyar kir PKK'ê li dijî siyasetên înkarkirin û qirkirina etnîkî yên hêzên hegemonîk li dijî kurdan, hate avakirin.

Munzur got: " Heger me vegerin dîrokî em ê bibînin ku tevahî serhildan û şoreşên kurdan ji aliyê hêzên hegemonîk ve hatin têkbirin. PKK'ê wekî bersiva tevahî siyaset û kiryarên li dijî kurdan hate avakirin."

Munzur destnîşan kir ku Tevgera Rizgariya Kurdistanê xwedî roleke sereke di  parastina mirovahî û gelan ji qirkirinên komî û etnîkî de bû, her wiha roleke girîng di têkbirina çeteyê DAIŞ'ê li erdîngariya Rojava û Başûrê Kurdistanê de list, bi têkoşîn û fikirên xwe yên demokratîk û ekolojîk ji tevahî partiyên din ên klasîkî cûda ye.

Ferzende Munzur da zanîn ku PKK'ê di encama berxwedan û têkoşîna bi dehan salan a ji bo hemû mirovahiyê nîşan daye, ji çar aliyên cîhanê û Kurdistanê giraniya xwe da avakirin û li tevahî cîhanê û Kurdistan alîgirên wê hene. Munzur her wiha got: "Ji vî bingehî partî li ser asta cîhanî bi mirovahiya xwe û têkoşîna xwe ya dagirtî tê naskirin."

'XISTINA PKK'Ê NAVA LÎSTEYA TERORÊ KOMPLOYEKE'

Munzur bal kişand ser kampanyaya însiyatîfa navneteweyî ya ji bo rakirina qedexeya li ser PKK'ê û got, tevahî kesayetên ku beşdarî kampanyayê bûne, zanyar, ronakbîr, akademîsyen û siyasetmedar ên navneteweyî ne.

Her wiha diyar kir ku derxistina navê PKK'ê  ji "lîsteya terorê" ji bo tevahî mirovahiyê, çareserkirina doza kurdî bi awayekî aştiyane û demokratîk, her wiha ji bo edaletê li cîhanê gaveke girîng e û wiha pê de çû: "Xistina PKK'ê nava lîsteya terorê encamên komployeke siyasî ye ku ji aliyê dewletên hegemon û dagirkerên Kurdistanê ve hatiye plankirin,  ji ber ku PKK'ê di ser asta cîhanê di aliyê diplomatîk de pêşneket."

'PKK'Ê NASNAMEYA DÎROKÎ YA KURDAN E'

Ferzende Munzur diyar kir ku hêzên ku şer û binpêkirinên ji xwe re esas girtine, dewleta Tirk e ne PKK'ê ye mîna ku hin dewlet îdia dikin û diyar kir ku PKK'ê tu kiryarên terorîst nekiriye, lê belê ji bo belavkirina aştî, demokrasî û wekheviyê ji bo tevahî cîhanê tê dikoşe.

Munzur berxwedana PKK'ê bi "Nasnameya dîrokî ya kurdan û şûrê edaletê ji bo gelên bindest" bi nav kir û wiha domand: "Rih û îradeya PKK'ê di her kurdekî de heye, ji ber vê yekê rakirina qedexeya li ser wê ji bo tevahî gelan mîladeke nû û roja azadiyê be. Ji ber ku şoreşa Kurdistanê şoreşa Rojhilata Navîn e."

'HER KURDEK BI TIRKIYÊ Û HÊZÊN HEGEMONÎK BE TERORÎST E'

Munzur îşaret bi tevlêbûna Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêngava derxistina PKK'ê ji "lîsteya terorê" kir û ev tişt anî ziman: "Em gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê me bingeha şoreşa xwe ji fikirê rêber Abdullah Ocalan  girtiye, xaka hevbeş a di navbera me û PKK'ê de fikir û felsfeya rêbertî ye, ji ber vê yekê banga derxistina wê ji lîsteya terorê erkeke sereke ye ku ji her ferdekî li herêmê tê xwestin. Ji ber ku vê partiyê di hemû aliyan de destek da şoreşa me."

Ferzende Munzur anî ziman ku her kurdek bi Tirkiyê û hêzên hegemonîk re terorîst e û wiha dom da axaftina xwe: "Ji destpêka şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve, Tirkiyê bi bejahî û hewayî bi awayekî domdarî êrişî gelê me dike û ji bo bidawkirina projeya demokratîk a li herêmê hemû rêbazan bi kar tîne."

Berdevkê Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferzende Munzur girîngiya pêngava rakirina qedexeya li ser PKK'ê destnîşan kir û got: "Bi tevahî sazî û rêxistinan, li gund û bajaran em ê bi çalakiyan beşdarî kampanyayê bibin, em ê îmzeyan bi awayekî demokratîk  kom bikin da ku PKK'ê ji ''lîsteya terorî'' derkeve. Kampanyayê wê meh û nîvekê li herêmê dewam bike."

ANHA