Luqman Ehmê: Êrişa li ser girtîgeha Sînaa planeke sêalî bû

Berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Luqman Ehmê got: "Êrişa li dijî girtîgeha Sînaa ya Hesekê êrişeke ji gelek aliyan ve pêk hat. Wan aliyan zemîneke bi rêya êrişeke çapemenî ya hevbeş li dijî QSD’ê ava kir û armanca wan ew bû ku Rêveberiya Xweser ku hêviya gelan a rizgarkirin û azadiyê ye, têk bibin."

Luqman Ehmê: Êrişa li ser girtîgeha Sînaa planeke sêalî bû
21 ÇILE, 2022   20:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî bûyerên dawî yên li Hesekê yên ji ber êrişên şaneyên DAIŞ’ê yên li dijî girtîgeha Sîna ya girtiyên DAIŞ’ê rû daye, Luqman Ehmê ji ragihandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re axivî.

Ehmê îşaret bi aliyên ku ev êriş pêk anîne kir û wiha got: "Aliyê yekemîn, ku aliyê sereke ye, şaneyên DAIŞ’yên veşartî yên mayî ne ku hewl didan endamên xwe ji girtîgeha Sînaa birevînin. Aliyê din jî desthilata li Şamê ye. Ji ber desthilata Şamê şaneyên terorîst bi komên berxwedana gel wesif kirin, piştevaniya çapemenî û lojistîkî kir da ku rewabûnekê bide wan û bi hesta welatparêziyê lîst. Her wiha aliyê din jî rejîma Tirkiyê û komên terorîst (Artêşa Nîştimanî ya Sûrî) ên girêdayî wê ne. Ji ber têkiliya di navbera wan û terorîsta DAIŞ’ê de têkiliya endametiyê ye û ji hev cuda nabin û bûyerên dawî jî şahidên vê yekê ne. Ji wan jî, êrişa li dijî karwaneke QSD’ê ya li ser rêya Hesekê-Til Temirê ya ji bo piştevaniya hêzên xwe li Hesekê, her wiha sewqiyatên  wê li eniya Til Temirê da ku nehêle hêzên QSD’ê piştevaniya hêzên xwe li Hesekê, bike, ku li hember êrişa DAIŞ’ê û îsyana li girtîgehê bisekine.

Ehmê bal kişand ser têkbirina plana hevbeş û wiha domand: "Hêzên Sûriya Demokratîk û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi hevkariya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya têkoşîna li dijî terorê parçeya bingehîn a ji plana hevbeş a di navbera wan aliyan de têk bir."

Têkildarî sedemên dihêlin ev êriş pêk werin Ehmê wiha got: "Yê ku dihêle ev bûyerên pêk werin, dagirkirina herêmên me û êrişên bênavber ên li dijî herêmên Rêveberiya Xweser ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve ye, bi wê yek QSD’ê neçar dibe ku hêzên xwe yên bingehîn veguhêze ser sînor ku biparêze. Bi wê yek derfet ji van şaneyan re tê vekirin ku tev bigerin. Li aliyekî din jî Koalîsyona Navneteweyî bi erkên xwe li hember peymanên di navbera wê û dewleta Tirk de ranabe, li hember êrişên li ser herêmên Rêveberiya Xweser nasekine. Alîkariyên aborî ji bo geşkirina herêmê ji aliyê aborî ve tune ye, desthilata Şamê bi piştevaniya Rûsyayê siyaseta ambargoya aborî dimeşîne û deriyên Til Koçer û aliyên derdorê girtî ne. Ev hemû atmosfêrekê ava dikin ku rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst xurt bibe."

Luqman Ehmê bang li Koalîsyona Navneteweyî kir ku destwerdanê bike û nehêle bûyerên mîna van pêk werin û wiha dawî li gotina xwe anî: "QSD’ê bi hemû hêzên xwe û Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) garantiya aştî û ewlehiyê li herêmên me ne û dikarin li hember wê yekê bi erkên xwe rabin. Ew navendê piştevanî û hembêzkirina gelê me ye. Da ku mîna van bûyeran dubare nebin em bang li hêzên Koalîsyona Navneteweyî dikin ku êrişên dewleta Tirk û komên wê yên terorîst ên li dijî herêmên me rawestînin, dagirkeriya Tirk ji herêmên dagirkirî derxin, piştevaniya guncaw ji bo xurtkirina girtîgehan bikin û cebilxane û çekên guncaw bidin, ambargoya aborî ya li dijî herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bişikînin, piştevaniya herêmê ji aliyên aborî û lojistîkî ve bikin da ku atmosfêreke guncaw ji vegera DAIŞ’ê neyê avakirin. Her wiha çeteyên DAIŞ’ê yên terorîst di dadgeheke taybet bi wan de li herêmên me werin darizandin, kampa Holê ji malbatên DAIŞ’ê were valakirin. Lê divê dewletên peywendîdar welatiyên xwe ji kampa Holê bibin û wan darizînin."

(fr)

ANHA