Zêdan El-Asî: Hêzên me girtîgeh û taxa Xiwêran bi temamî kontrol kir

Hevserokê Nivîsgeha Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zêdan El-Asî got, girtîgeha Sînaa û taxa Xiwêran bi temamî di destê hêzên wan de ne û diyar kir ku şer heta vê kêliyê berdewam e.

Zêdan El-Asî: Hêzên me girtîgeh û taxa Xiwêran bi temamî kontrol kir
21 ÇILE, 2022   21:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Nivîsgeha Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zêdan El-Asî têkildarî êrişa çeteyên DAIŞ'ê ya li ser girtîgeha taxa Xiwêran a girtiyên DAIŞ'ê û bersivdana van êrişan ji ragihandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re axivî.

Zêdan El-Asî ragihand ku girtîgeha Sînaa û taxa Xiwêran bi temamî di bin kontrola wan de ye û got: "Ez hêzên me yên leşkerî, ewlehî û şêniyên ku li kêleka hêzên me di têkbirina vê êrişê de sekinîne, silav dikim. Niha hêzên me bi desteka hewayî ya koalîsyonê girtîgeh û taxa Xiwêran bi temamî kontrol kiriye, tenê çend kes mane û şer heta vê kêliyê berdewam e."

Zêdan El-Asî diyar kir ku hêzeke navneteweyî heye ku destekê dide komên çete û wiha domand: "Wekî tê dîtin, ji destpêka têkbirina DAIŞ'ê, ev êriş ya herî mezin û ya herî rêxistinkirî bû. Ev dide diyarkirin ku hêzeke navneteweyî heye ku destekê dide van komên terorîst û çavên xwe li tevgerên wê girtine da ku ewlehî û istiqrara li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk biçe."

Zêdan El-Asî îşaret bi êrişên Tirkiyê jî kir û got: "Wekî me dît, bi destpêka êrişên endamên çeteyên DAIŞ ên terorîst re Tirkiyê hêzên xwe û çeteyên xwe ber bi Til Temirê ve xistin tevgerê. Her wiha bi balafirên bêmirov karwanê ku piştgirî bida  û li hember komên terorîst bisekiniya kir hedef."

Zêdan El-Asî bang li civata navneteweyî kir ku ji bo têkbirina rêxistina terorîst gavên aktîvtir bavêje û ev tişt diyar kir: "DAIŞ hîna heye û hewl dide ku li Sûriyê û Iraqê hêza xwe ji nû ve vegerîne. Divê civata navneteweyî berpirsyartiyên xwe li hemberî vê rêxistinê bi cih bîne. Ji ber ku ne tenê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xeter e, di heman demê de li ser tevahî cîhanê xeter e. Hêviya me ew e ku civata navneteweyî ji bo destekdayîna QSD û tunekirina terorê gavên cidîtir bavêje."

ANHA