​​​​​​​Munîr Edîb: Divê NY pirsgirêka DAIŞ’ê bi awayekî cidî binirxîne

Pisporê tevgerên îslamî Munîr Edîb diyar kir ku êrişa çeteyên DAIŞ'ê ya li ser girtîgeha Xiwêranê dê ne ya dawîn be û got "Divê Meclisa Ewlehiyê bicive û pirsgirêka DAIŞ’ê bi awayekî cidî binirxîne."

​​​​​​​Munîr Edîb: Divê NY pirsgirêka DAIŞ’ê bi awayekî cidî binirxîne
21 ÇILE, 2022   12:38
NAVENDA NÛÇEYAN - EKREM BEREKAT

Şaneyên çeteyên DAIŞ’ê duh êrişî girtîgeha Xiwêranê kir ku tê de nêzî 5 hezar çeteyên DAIŞ’ê yên sûrî, iraqî û biyanî hene. Şaneyên çeteyên DAIŞ'ê erebeyek û motorsîkletek li nêzî deriyê girtîgehê teqandin û hewl dan ji taxa Zihûr derbasî girtîgehê bibin. Lê Hêzên Ewlekariya Hundirîn êrişa wan têk bir.

Êrişa li ser girtîgehê û her wiha operasyonên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li taxên derdora girtîgehê hîn jî didomin.

Pisporê tevgerên îslamî û terora navneteweyî Munîr Edîb diyar kir ku çend faktor hene ku bûn sedema êrişa şaneyên çeteyên DAIŞ'ê li ser girtîgeha Xiwêranê û got: "Di destpêkê de hêza rêxistina DAIŞ'ê ku di 23'yê Adara 2019'an de hilweşiya, lê şaneyên wê yên veşartî hîna jî hene, ji ber vê yekê em nikarin bibêjin DAIŞ tune bûye. "       

Munîr Edîb da zanîn ku çeteyên DAIŞ'ê hîna jî hene û şaneyên wê hîn jî tev digerin û got: "Dibe ku hin şaneyên DAIŞ'ê veşartî bin, ev beş ji çeteyan ên herî xirab in, ji ber ku Hêzên Sûriya Demokratîk, hêzên herêmî û navneteweyî, haya wan ji xetereya van şaneyan tune ye."

Edîb têkildarî êrişa dawîn ya çeteyên DAIŞ'ê got: "Êrişa ku beriya çend saetan pêk hat, wekî êrişeke serkeftî hat binavkirin. Li gor hin raporên ku hatine belavkirin, di vê êrişê de nêzî 20 çeteyên DAIŞ'ê ji girtîgeha Xiwêranê reviyane."

Munîr Edîb destnîşan kir ku armanca êrişa şaneyên çeteyên DAIŞ'ê, ne rizgarkirina piraniya çeteyan e û got: "Dibe ku armanca wan rizgarkirina 20 endamên DAIŞ'ê bû, ev yek xetereyeke mezin e li ser ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, herêmê û Ewropayê."

Edîb destnîşan kir ku xetereya êrişa çeteyan li ser girtîgeha Xiwêranê berdewam e û got: “Vê êrişê pêwîstiya çareserkirina doza DAIŞ`ê îsbat kir ku QSD`ê her tim behsa wê dikir. Divê Koalîsyona Navneteweyî di vî warî de li rex QSD`ê be.”

Munîr Edîb diyar kir ku divê piştgiriya QSD`ê were kirin ku rastî êrişên dewleta Tirk a dagirker tê û got: "Van êrişan QSD westand. Derfetên madî, leşkerî, ewlehî û lojîstîk ên ku jê re tên pêşkêşkirin, kêm in."

Ji dema ragihandina tunekirina DAIŞ`ê di Adara 2019`an de û bi vir ve, Rêveberiya Xweser û QSD bang li Meclisa Ewlehiyê ya NY’yê, hêzên Koalîsyona Navneteweyî û civata navneteweyî dikin ku doza çeteyên DAIŞ`ê çareser bikin. Lê heta niha ev bangewazî bê bersiv mane.

(dx-şx)

ANHA