QSD: Li derdora girtîgeha Xiwêran 89 çete hatin girtin

QSD`ê ragihand ku hêzên wê yên taybet, hewldaneke revîna komî ya çeteyên DAIŞ`ê têk bir û li derdora girtîgeha Xiwêran 89 çete girtine.

QSD: Li derdora girtîgeha Xiwêran 89 çete hatin girtin
21 ÇILE, 2022   11:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), dema çeteyên DAIŞ`ê hewl da bi awayekî komî ji girtîgehê birevin, hêzên wê li derdora girtîgeha Xiwêran 89 çete girtin.

QSD’ê diyar kir ku şaneyên DAIŞ`ê yên ketine malên sivîlan ên li taxa Zihûr, guleyan berdidin û dixwazin bi vê yekê hêviyê bidin çeteyên girtî.

QSD`ê eşkere kiribû ku vê sibê 5 çeteyên DAIŞ`ê hatine kuştin ku êrişî girtîgehê kiribû. Di nav wan çeteyan de çeteyên ji Çînê jî hene. Her wiha li derdora girtîgehê şer berdewam e.

(şx)