' Girtina deriyê Pêşxabûr planeke dewleta Tirk e '

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Gêlo Mihemed Elî bang li rayedarên Başûrê Kurdistanê kir ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bikin û deriyên sînor vekin.      

' Girtina deriyê Pêşxabûr planeke dewleta Tirk e '
21 ÇILE, 2022   06:43
KOBANÊ

Ev bû zêdetirî mehekê ye deriyên sînor ên ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê bi hev ve girê dide, hatine girtin. Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Gêlo Mihemed Elî têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî.

Gêlo Mihemed Elî got: "Dijminên me ji destpêka şoreşa Rojava ve hincetên vala derdixin da ku destwerdanê li Sûriyê bikin û armanca wan têkbirina şoreşa me û derxistina fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de ye, lê ew têk çûn."          

Mihemed Elî wiha dom kir: "Ji bo gelê me di astengî û aloziyan re derbas bibe, ji çend hefteyan ve sê aliyan deriyên sînor ên bi herêmên Rêveberiya Xweser re girtin. Lê ez ji wan re dibêjim, hûnê di vê planê de bi ser nekevin, ji ber ku gelê me ji yazdeh salan ve di  gelek pirsgirêkan re derbas bûne û bi hemû hêza xwe li ber xwe dan. Em ê li ser soza xwe ya bi şehîdan û rêber Abdullah Ocalan re, bimînin û ji girtina deriyan natirsin."         

Gêlo Elî wiha lê zêde kir: "Lê mixabin Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku xwe wekî partiyeke kurdî bi nav dike, bi dorpêçkirina aboriya me alîkariya dijminên me dike ku planên xwe bi cih bînin. Her wiha bi girtina deriyê Pêşxabûr re hewl dide projeya neteweya demokratîk têk bibe, ev planeke dewleta Tirk a dagirker e ku bi rêya PDK'ê pêk tê."

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Gêlo Mihemed Elî destnîşan kir ku zêdeyî sed roj in cenazeyên gerîla yên ku ji bo azadiya Kurdistanê têkoşiyane di destê PDK'ê de ne, ev yek xwesteka dijmin e û roj bi roj asta dijminahtiya vê partiyê li gelê Kurd îsbat dibe.        

Gêlo Mihemed Elî diyar kir ku Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê wê li kêleka malbatên şehîdên gerîla bisekinin.

Gêlo Mihemed Elî bang li rayedarên Başûrê Kurdistanê kir ku deriyên sînor vekin, ji ber ku ev ne  di berjewendiya gelê Kurd de ye û cenazeyên şehîdan radestî malbata wan bikin.     

Rayedarên PDK'ê ji meha Kanûnê ve deriyên Pêşxabûr û El-Welîd girtine.

(dx)

ANHA