Li derdora girtîgeha Xiwêrançi qewimî?

Çeteyên DAIŞ’ê êrişî girtîgeha Xiwêran a li Hesekê kir û hewl da DAIŞ’iyên di girtîgehê de birevînin. QSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn êrişa çeteyan têk bir û 5 çete hatin kuştin.    

Li derdora girtîgeha Xiwêrançi qewimî?
21 ÇILE, 2022   10:28
HESEKÊ - EHMED MIHEMED

Çeteyên DAIŞ’ê duh êrişî girtîgeha Xiwêranê ya li Hesekê kir û hewl da çeteyên di girtîgehê de têne girtin, birevîne.

Girtîgeha Xiwêran dikeve aliyê başûrê navenda kantona Hesekê ya herêma Cizîrê, ku nêzî 5 hezar çeteyên DAIŞ'ê tê de hene û wekî duyemîn girtîgeha herî mezin a çeteyên DAIŞ'ê li bajêr e.

Şaneyên DAIŞ'ê duh di saetên êvarê de erebeyek û motorsîklêtek li nêzî deriyê sereke yê girtîgehê teqandin û piştre Hêzên Ewlekariya Hundirîn mudaxele lê kir.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya fermî têkildarî êrişê piştrast kir ku çeteyên DAIŞ'ê ji taxên li nêzî girtîgehê hewl daye xwe bigihînin deriyê girtîgehê û çeteyên di hundirê girtîgehê de birevînin.     

Şaneyên DAIŞ'ê hewl da depoyên sotemeniyê û 3 tankerên sotemeniyê yên li saziya "Sadcop" a li nêzî girtîgehê bikin hedef da ku dûmana wê ji xwe re bi kar bînin û bi hêsanî çeteyan birevînin, lê hewldana wan têk çû.

Li gorî QSD'ê, çeteyên DAIŞ'ê hewl da birevin û xwe li malên sivîlan ên li taxa Zihûr veşêrin, lê hêzên wan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn gihaştin cihê bûyerê û 2 çete hatin kuştin.                                                

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li kolanên sereke ên Hesekê bendên kontrolê danîn.

Hêzên Antîterorê (YAT) yên QSD’ê, komando û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li taxên derdora girtîgeha Xiwêran operasyonek li dijî şaneyên DAIŞ'ê da destpêkirin.     

QSD’ê bang li şêniyên taxa Zihûr (Hoş El-Bar) a Hesekê kir ku rê nedin çeteyên DAIŞ'ê ku êrişî girtîgeha Hesekê kirine, derbasî malên wan bibin û alîkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD’ê bikin.

Navenda Ragihandinê têkildarî êrişê diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê gef li şêniyên taxa Zihûr xwarine da ku bikarin derbasî mala wan bibin û xwe lê veşêrin.   

Her wiha helîkopter û balafirên şer ên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê hin çeteyên endamên şaneyên DAIŞ'ê kirine hedef.         

Hêzên QSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn, şaneyên DAIŞ'ê li derdora girtîgehê û li taxa Zihûr dorpêç kirin û di encama van operasyonan de 5 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

(dx)

ANHA