Li Hesekê endamekî Foca Agirvemirandinê şehîd bû

Di êrişa çeteyên DAIŞ`ê ya li ser girtîgeha Xiwêran a li Hesekê de, endamekî Foca Agirvemirandinê ya Hesekê şehîd bû.

Li Hesekê endamekî Foca Agirvemirandinê şehîd bû
21 ÇILE, 2022   10:58
HESEKÊ

Şaneyên DAIŞ`ê duh bi şev wesayîteke Foca Agirvemirandinê ya Hesekê dema şewata li derdora girtîgeha Xiwêran vedimirand, kir hedef. Di encamê de endamekî focê şehîd bû û endamek jî birîndar bû.

Li gorî çavkaniyan ji endamê focê Mihemed Mehmûd El-Ebid şehîd bûye û Eymen El-Mislêh birîndar bûye.

Duh bi şev li Hesekê gelek teqîn çêbûn û piştî wê şaneyên çeteyên DAIŞ’ê bi hewldana ku xwe bigihînin deriyê girtîgeha Xiwêran, êrişî girtîgehê kir da ku çeteyan ji girtîgehê birevînin.

Endamên şaneyên DAIŞ'ê erebeyek û motorsîklêtek li nêzî deriyê sereke yê girtîgehê teqandin.

Operasyonên lêgerînê yên hêzên ewlehiyê berdewam in.

(şx)

ANHA