Şaneyên DAIŞ`ê sivîlan wek mertal bi kar tînin

QSD`ê diyar kir ku şaneyên DAIŞ`ê li taxa Zihûr û hinek deverên din ên li bakurê girtîgeha Xiwêran, sivîlan wek mertalên zindî bi kar tînin.

Şaneyên DAIŞ`ê sivîlan wek mertal bi kar tînin
21 ÇILE, 2022   10:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demorkatîk (QSD) şaneyên DAIŞ`ê li taxa Zihûr a Hesekê û gelek deverên din ên li aliyê bakurê girtîgeha Xiwêran sivîlan wek mertal bi kar tînin. Agahî hene ku DAIŞ`ê gelek sivîlên li dijî wan derketine, kuştine.

Her wiha navendê destnîşan kir ku QSD di çarçoveya parastina sivîlan de bi baldarî tev digere.

(şx)