​​​​​​​Balafirên koalîsyonê li cihê çeteyên ku êrişî girtîgehê kirin da

Balafirên Koalîsyona Navneteweyî kombûna şaneya DAIŞ'ê ya ku êriş bir ser girîgeha Xiwêran a Hesekê kir hedef.

​​​​​​​Balafirên koalîsyonê li cihê çeteyên ku êrişî girtîgehê kirin da
20 ÇILE, 2022   22:27
HESEKÊ

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand, balafirên Koalîsyona Navneteweyî cihekî kombûna şaneya ku êriş bire ser girtîgeha çeteyên DAIŞ'ê ya li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê kir hedef. Şaneya çeteyan hewl dida bi ber çerxerêya Panorama ya başûrê bajarê bajar ve bigire. Têkildarî hejmara çeteyên kuştiyên çeteyan agahî nehatin bidestxistin.

Şaneyeke çeteyên DAIŞ'ê bi erebe û motorsîklêteke bombebarkirî li derdora girtîgeha li taxa Xiwêran êriş pêk anîbî. Li ser bersivdayîna hêzên ewlekariyê, di navbera çeteyan û hêzên ewlekariyê de şer derket. Li gorî agahiyên destpêkê, du endamên hêzên ewlekariyê birîndar bûn.

Piştre, çeteyan êrişî Mûdîriyeta Sotemeniyê ya Sadkopê ya nêzî girtîgehê kir û 3 tanker teqandin.

Hemwextî vê yekê çeteyên di girtîgehê de tevlihevî derxistin û gelek amûr şewitandin.

Navenda Ragihandina QSD'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku rewşa girtîgehê di bin kontrolê de ye.

ANHA