YAT'ê operasyonek li girtîgeha Xiwêran da destpêkirin

Yekîneyên Antî Terorê bi armanca kontrolkirina rewşa tevlihev a li girtîgeha taxa Xiwêran , operasyonek da destpêkirin.

YAT'ê operasyonek li girtîgeha Xiwêran da destpêkirin
20 ÇILE, 2022   20:01
HESEKÊ

Hêzên ewlekariyê piştî ku hewndana şaneya çeteyan a xwegihandina girtîgeha Xiwêran têk birin, Yekîneyên Antî Teror (YAT) operasyonek da destpêkirin, da ku rewşê bixe bin kontorlê û dawî li tevliheviya di girîtgehê de bîne.

Şaneyeke çeteyên DAIŞ'ê bi erebe û motorsîklêteke bomebebarkirîn êriş li derdora girîgeha Xiwêran pêk anîn. Hêzên ku girîgehê dipaêrzin, bersiva hewldanê dan.  Li derdora girtîgehê di navbera şaneya DAIŞ û hêzên ewlekariyê de şer derket. Li gorî agahiyên destpêkê du endamên hêzên ewlekariyê birîndar bûn.

Paşê şaneyên DAIŞ'ê êriş Saziya Sotemeniyê ya Sadkopê ya nêzî girtîgehê kir û 3 tanker teqandin.

ANHA