Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê banga derxistina dagirkeriya Tirk ji Efrînê kir

Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê bang li civata navneteweyî û hikumeta Sûriyê hate kirin ku li hemberî kiryarên dewleta Tirk bi erka xwe rabin.

Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê banga derxistina dagirkeriya Tirk ji Efrînê kir
20 ÇILE, 2022   19:45
MINBIC

Têkildarî salvegera 4'emîn a êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê, Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi amadebûna endamên meclisê ji aliyê cîgirê seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Mihemed Berkel ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin:  "Wekî vê rojê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe êrişî kantona Efrînê, bajarê ewle, bajarê aştî, bajarê Zeyûtûnan kir, lê şêniyên bajarê Efrînê bi hemû pêkhateyên xwe 58 rojan li ber xwe da û ji bo bajarê xwe gelek şehîd dan, ev hemû li pêşberî çav û guhên civata navneteweyî pêk hatin, lê dîsa jî bê deng ma.

Dewleta Tirk bi dagirkirina bajêr hemû niştecihên wê koçbe kir, guhartina demografiyê pêk anî û şûnwarên wê wêran kir, bi van sûcan sînordar jî nema, lê perestgehên birayên me xiristiyan û êzidiyan rûxandin, darên zeytûnan birîn, bi rêya çeteyên xwe fidiye li ser welatiyan ferz kirin û jin û xityar revandin.

Li ser vê yekê em bang li rêxistinên navneteweyî dikin ku bi erka xwe rabin da ku van sûcan belge bikin û pêşkêşî aliyên navneteweyî bikin, da ku hesab ji dewleta Tirk bixwazin. Li aliyekî din jî em bang li civata navneteweyî û hêzên Koalîsyona Navneteweyî dikin ku zextê li dagirkeriya Tirk bike da ku ji hemû xaka Sûriyê, di serî de Efrîn vekişe.

Her wiha em bang li hikumeta Şamê jî dikin ku li hemberî kiryarên dewleta Tirk bi erka xwe rabe û dev ji fikirên xwe berde, her wiha bi armanca çareserkirina aloziyê dest bi diyalogan bike. Di dawiyê de em bi hemû derfetên xwe kar û xebatê dikin da ku aloziya Sûriyê were çareserkirin."

(eh)

ANHA