Alfred Riachi: Pêwîstiya Sûriyê bi tecrubeya Rêveberiya Xweser heye

Serkreterê Giştî yê Kongreya Daîmî ya Federal Dr.Alfred Riachi diyar kir ku pergalên zordest di birêvebirina pirrengiyê de bi bin ketin. Her wiha got, pêwîstiya Sûriyê bi tecrubeya Rêveberiya Xweser heye ku dişibe modela Swîsreyê.

 Alfred Riachi: Pêwîstiya Sûriyê bi tecrubeya Rêveberiya Xweser heye
21 ÇILE, 2022   01:27
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BERAKAT

Serkreterê Giştî yê Kongreya Daîmî ya Federal a Lubnanê Dr.Alfred Riachi ji ajansa me re axivî û diyar kir ku tecrubeya Rêveberiya Xweser bi ser ket û got: “Welatek mîna Sûriye ku tê de gelek netewe, etnîk û mezheb hene, pêwîstiya wê bi tecrubeyeke wiha heye. Ji ber wê divê bi pêş keve û pergaleke federal pêk bîne, taybetmendiyên etnîk, mezheb û neteweyan di ber çavan re derbas bikin. Em dikarin bêjin ku ev tecrube dişibe modela Swîsrayê.”

`PERGALÊN ZORDEST DI BIRÊVEBIRINA PIRRENGIYÊ DE BIBIN KETIN`

Alfred Riachi destnîşan kir ku pergalên zordest di birêvebirina pirrengiyê de bi bin ketin û gelek dewletan hewl da guhertinê di ser pêkhateyan re çêkin bêyî ku pergalekê li gorî pêkhateyên heyî çêbikin û ev diyar kir: “Divê guhertin ji jêr ber bi jor ve be. Divê pêkhate pergalê çêkin, şaş e ku pergalek li ser pêkhateyan were ferzkirin.”

ENCAMÊN PERGALÊN ZORDEST

Riachi wiha berdewam kir: “Pergalên zordest çi li Sûriyê yan jî Iraqê yan jî di gelek dewletên Ewropayê de mîna Yugoslavia bi bin ketin û di encamê de alozî û şer rû dan. Nabe fikirê yekalî li ser pergala pirrengiyê bê pêkanîn. Dema bixwaze vê yekê bike jî, hêzê bi kar tîne. Ev hêz, istiqrareke demkî çêdike. Bi tunebûna vê faktorê re, nakokî û şer rû didin. Pergala navendî di civakeke pirreng de bi ser nakeve. Pêwîstiya Sûriyê bi pergala federal heye da ku statuya wê dewam bike.”    

`TECRUBEYA NAVENDÎBÛNÊ YA BINKEFTÎ HÎNA BANDOR LI HIKUMETA ŞAMÊ DIKE`

Alfred Riachi da zanîn hîna tecrubeya navendîbûnê ya binkeftî bandor li hikumeta Şamê dike ku di encamê de wêranî li welêt çêbû û got: “Bi nêrîna min, hikumeta Şamê ne xwediyê biryara xwe ye. Çareseriyên navneteweyî hene ku li ser bingeha rêzdariya ji pirrengiyê re di çarçoveya pergaleke siyasî ne navendî de û xwedî destûreke federal ava dibin. Ev rêya xilasiya Sûriyê û herêmê ye.”

Riachi destnîşan kir ku pergalên navendî yên li herêmê pirsgirêkeke mezin e ku nikarin pirrengiyê bi rêve bibin û ev li gotina xwe zêde kir: “Xuyaye ku dê li herêmê pergala birêvebirina pirrengiyê pêk were ku hevgirtinê di navbera pêkhateyan de ava bike û dewletan biparêze, istiqrar, geşpêdan û pêşketinê bi xwe re tîne. Di pêşerojê de zemînekê ji aştiyê re ava dike. Ji ber ku pêwîstiya aştiyê bi gelên hevgirtî û aştiyane heye. Xwe di warên aborî û geşpêdanê de pêş dixin. Ji tundî û nakokiyan dûr dikevin.”

Serkreterê Giştî yê Kongreya Daîmî ya Federal Dr.Alfred Riachi di dawiyê de got, pêwîstiya herêmê bi pergalan heye ku rêzê ji pirrengiyê digirin û ev pergal pergalên federal in.

(şx)

ANHA