Ji QSD'ê agahiyên destpêkê têkildarî êrişa li ser girtîgeha li Xiwêran

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir ku di girtîgeha çeteyên DAIŞ'ê  ya li Hesekê de tevlihevî hate derxistin, di heman demê de şaneyekê êrişî bir ser girtîgehê.

Ji QSD'ê agahiyên destpêkê têkildarî êrişa li ser girtîgeha li Xiwêran
20 ÇILE, 2022   19:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkilarî aloziya li taxa Xiwêran a Hesekê û derdora girtîgeha çeteyên DAIŞ'ê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Hêzên me û saziyên ewlehiyê yên têkildarî bi îsyana nû û hewldana revê mijul e, ku terorîstên DAIŞ'ê yên di girîgeha Xiwêran a Hesekê de pêk anîne. Hemwextî vê yekê şaneyên rêxistina terorîst li nêzî saziya ''Sadkopê" ya depokirin û belavkirina petrolê ya nêzî girtîgehê erebeyeke teqandin. Piştî wê di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û endamên şaneya rêxistina terorîst ên ku ji taxên derdorê derbas bûn de şer derket.

Deteyên berfirehtir wê paşê werin weşandin."

ANHA