Şêniyên Reqayê "lihevkirin" wekî êrişekê li dijiî gelê Sûriyê bi nav kir

Şêniyên Reqayê gotin, ew "lihevkirinan" red dikin û wekî êrişekê li djiî gelê Sûriyê bi nav kir.

Şêniyên Reqayê "lihevkirin" wekî êrişekê li dijiî gelê Sûriyê bi nav kir
21 ÇILE, 2022   02:21
REQA- EHMED EL-ESAF

Piştî Dera, Hums û gundewarê Şamê, hikumeta Şamê li Dêrazor û Reqayê dest bi "lihevkirinan" kir, da ku gel neçar bike ku serî li kiryarên li dijî gelê Sûriyê tê meşandin, bidin.

Şêniyên Reqayê li dijî "lihevkirinên" ku ji aliyê hikumeta Şamê ve tên kirin xwepêşandanek li darxist û bang li hikumeta Şamê kirin ku çareseriyekê ji bo krîza Sûriyê deynin.    

Şêx Hesûn Taha El-Mirîndî got: "Em îro şoreşa xwe ya li dijî rejîma Sûriyê û Beşar Esed û kiryarên wî yên hovane li dijî gel, dubare dikin. Em ê çawa bi wî re lihevkirinan bikin."        

Şêx Hesûn Taha El-Mirîndî wiha dom kir: "Em ê nebin amûrek di destê Beşar Esed û saziyên wî yên ewlehiyê de. Îro di girtîgehên wî de bi hezaran sivîl hene, çima ji bo wan lihevkirinan çênakin? Em şoreşa xwe ya ku ji bo azadiya tevahî gel hatiye destpêkirin didomînin û van lihevkirinên ku zirarê didin me qebûl nakin."

Çalakvanê sivîl Nasir El-Selal redkirina xwe ji "lihevkirinan" re nîşan da û got: "Em li dijî van lihevkirinan in ku ji aliyê rejîmê ve hatine ragihandin."           

Nasir El-Selal got: "Divê rejîm bi saziyên xwe yên ewlehiyê re li hev bike, yên ku bi hezaran Sûrî di zindanên xwe de kuştine." El-Selal diyar kir ku ev ji bo me û gelê Reqayê tu wateya wê nîne.

Nasir El-Selal wiha bi dawî kir: "Lihevkirinên ferdî wêranî û fitneyê di nabera gelê Sûriyê de çêdike, çareseriya aloziyê divê bi çareseriyeke berfireh ji bo Sûriyê be û bi hilweşandina Beşar Esed dest pê bike.

(dx)

ANHA