Şaneyên DAIŞ'ê li Hesekê 3 tankerên sotemeniyê teqandin

Çeteyên DAIŞ'ê li çerxerêya Basil a li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê 3 tankerên sotemeniyê teqandin.

Şaneyên DAIŞ'ê li Hesekê 3 tankerên sotemeniyê teqandin
20 ÇILE, 2022   19:14
HESEKÊ

Li çerxerêya Basil a li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê, şaneyeke çeteyên DAIŞ'ê gule avêtin 3 tankerên sotemeniyê yên girêdayî Sadkopê û teqandin.

Şaneyeke çeteyên DAIŞ'ê ku  ji taxên Zihûr û Hewş Bair derbas bûn, hewl dan xwe bighînin girtîgeha taxa Sînaa ya girtiyên DAIŞ'î û êriş bikin. Hêzên ku girtîgehê diparêzin bersiva hewldanê dan û têk birin.

Şer di navbera hêzên ewlekiyê û şaneya çeteyan de berdewam dike.

ANHA