Çalakgerên li Sêmalkayê: Bi salan dirêj bike jî em ê heta wergirtina cenazeyan li vir bin

Çalakiya li Sêmalkayê ya ji bo wergirtina cenazeyên şehîdan ket roja xwe ya 108'an de.  PDK'ê hîna cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan nekiriye.

Çalakgerên li Sêmalkayê: Bi salan dirêj bike jî em ê heta wergirtina cenazeyan li vir bin
20 ÇILE, 2022   18:28
QAMIŞLO

Li deriyê sînor ê Sêmalkayê çalakiya ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên ku di kemîna hêzên PDK'ê de şehîd bûne ket roja xwe ya 108'an.

Tevî serme û barîna berfê, şêniyên navçeya Çilaxa çalakî dewr girtin.

/kr/uploads/files/2022/01/20/182914_2022-01-20-drk-roja-108-ya-kone-calekiye-1-.webp

Di bin konê çalakiyê de hate gotin ku wê bi salan jî dirêj bike wê çalakî heta wergirtina cenazeyên şehîdan berdewam bike.

ANHA