Îlham Ehmed bi nûnerên herêma Efrînê re civiya

Seroka Desteya Rêveber a MSD'ê Îlham Ehmed bi şaneyeke ji nûnerên civaka Efrînê re civiya.

Îlham Ehmed bi nûnerên herêma Efrînê re civiya
20 ÇILE, 2022   18:07
HESEKÊ

Bi boneya salvegera 4'emîn a destpêkirina êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk li ser kantona Efrînê, Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed pêşwaziya şandeyek ji nûnerên herêma Efrînê kir. Şande ji Esed Menan, Remzî Şêxmûs, Ehmed Xanî, Ebdulhemîd Îbrahîm, Hêvî Mistfa, Emîna Ala û Ciwan Hemê pêk dihat.

/ar/uploads/files/2022/01/20/163453_dsc_0538-28large29.webp

Beşdaran diyar kirin ku bi erêkrina navneteweyî Efrîn ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hate dagirkirin. Her wiha bal hat kişandin ser bêdengiya civata navnteweyî ya li hemberî sûcên li dijî sivîlên li Efrînê û bikaranîna çekên qedexekirî li dijî wan. Beşdaran destnîşan kir ku piştî 4 salan ji dagirkirina Efrînê, dewleta Tirk di nava bêdengiya navneteweyî de rêzesûcên xwe li dijî niştecihên resen didomîne  û demografiya Efrînê diguhere.

Her wiha behsa rêbaz û îmkanên vegera şêniyên Efrînê, çawaniya rawestandina sûcên domdar ên li dijî sivîlên ku li Efrînê mane, kirin û rewşa koçberên li kampên Şehbayê û rêbazên şandina alîkariyên mirovî ji wan re nîqaş kirin.

Di dawiyê de beşdaran bang li civaka navneteweyî û dewletên aktîv di dosyaya Sûriyê de kirin ku berpirsyartiyên xwe yên qanûnî û exlaqî bi cih bînin, dawî li kareseta li Efrîna dagkirkî û sûcên şer bînin.

ANHA