Li bajar û navçeyên kantona Hesekê çalakiyên ji bo Efrînê

 Bi hezaran şêniyên kantona Hesekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser kantoa Efrînê û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên ku li Efrînê têne kirin, şermezar kirin. Her wiha got: "Efrîn dê li xwediyê wê vegere."

20 ÇILE, 2022   16:42
HESEKÊ

Bi boneya salvegera 4`emîn a êrişên artêşa Tirk ên li dijî kantona Efrînê û sûcên ji wê demê ve pêk anîne, bi hezaran şêniyên kantona Hesekê bi hemû pêkhateyên wê bi dirûşmeya "Efrînê ya xwediyên wê ye û dê li xwediyên wê vegere" daketin qadan û bang li civata navneteweyî kir ku dawî li dagirkeriyê bîne.

Beşdaran pankartên bi nivîsên "Na ji qetilkirina zarokan re, na ji dagirkeriya Tirk re, dengê qêrîna zarokên Efrînê bibihîzin, dem dema rizgarkirina Efrînê ye û koçberiyê rawestînin" rakirin. Her wiha wêneyên qurbaniyên êrişên artêşa Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, alên Kongra Star, YPG û YPJ`ê rakirin vekirin û sloganên "Na ji êrişên Tirkiyê yên li dijî Efrînê û sûcên wê re" û "Na ji bêdengiya civata navneteweyî re" berz kirin.

HESEKÊ

Şêniyên Hesekê ji pêşiya Baxçeyê rêber Apo ber bi Çerxerêya Cûdî ya li taxa Kelasê ve meşiyan.

Meş li çerxerêyê veguherî mîtîngê û li wir endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Hisên Berî axivî û îşaret bi êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kir û got: "Armanc ji van êrişan têkbirina projeya demokratîk a şêniyên herêmê ye, her wiha da ku vîna wan bişkîne. Ev êriş berdewamiya komploya navneteweyî ya ku rêber Abdullah Ocalan e."

Hisên Berî îşaret bi berxwedana şêniyên Efrînê yali dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û got, Efrîn dê bi ser bikeve û teqez ew ê li xwediyên xwe vegere.

Li aliyekî din jî endama Rêveberiya Kongra Star a bajarê Hesekê Şerîfe Ehmed axivî û da zanîn ku êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, berdewamiya planên dewleta Tirk a dagirker e, da ku projeya Rêveberiya Xweser têk bibe.

Şerîfe Ehmed berdewamkirina van êrişan wekî beşek ji komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan û projeya wî ya demokratîk a bi armanca çareserkirina aloziyên Rojhilata Navîn, bi nav kir.

Şerîfe Ehmed destnîşan kir ku li Efrîn û herêmên din ên dagirkirî şênî, di serî de jin bi sûcên li dijî mirovahiyê re rû bi rû ne.

Di dawiyê de Şerîfe Ehmed bang li tevahiya rêxistin û komîteyên hiquqî kir ku erka xwe bi cih bînin, zextê li civata navneteweyî bikin ku dawî li dagirkeriyê bînin.

WAŞÛKANÎ

Ji kampên koçberan, bi sedan şêniyên Kampa Waşokanî bi dirûşmeya "Na ji dagirkeriyê re, dem dema rizgarkirina Efrînê ye" meşek li dar xist û sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî Efrîn şermezar kir, her wiha da zanîn ku Efrîn dê ji  gelê xwe re vegere û dagirker werin derxistin.

Li navenda bajarê Hesekê jî meş veguherî mîtîngê. Endama Koordînasyona Giştî ya Kongra Star Welîda Botî axivî û got: "Di salvegera 4`emîn a êrişên artêşa Tirk ên li dijî bajarê Efrînê de, divê mirov bi bîr bixe ku Efrîn hemû koçberên ku ji ber aloziya Sûriyê reviyan, hembêz kir û îro gelê wê bi hovîtrîn cureyên sûcan re rû bi rû ye, ji wan talankirin, revandin û  wêrankirina daran û hilweşandina keviran."

Welîda Botî îşaret pê kir ku dagirkirina Efrînê encamên lihevkirina Tirkiyê û hevalbendên wê ye, her wiha encamên siyasetên dewletên zilhêz e ku li dijî vîna gelê herêmê sekinîn.

Welîda Botî destnîşan kir ku dewleta Tirk di şexsên jina ku pêşengtiya vê şoreşê kir û ciwanên ku hêza bingehîn a civaka de, vîna azad û hêza dînamîk a vê şoreşê dike hedef.

Endama Koordînasyona Giştî ya Kongra Star Welîda Botî soza berdewamkirina projeya demokratîk, parastina destkeftiyên şoreşê û berxwedana li dijî dijmin da.

TIL TEMIR

Bi armanca piştgiriya Efrîn û koçberên wê , bi sedan şêniyên navçeya Til Temir a kantona Hesekê û koçberên Efrînê yên li navçeyê daketin qadan.

Meş ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê dest pê kir û ber bi kolanên sereke yên bajêr ve çû. Beşdaran sloganên "Na ji dagirkeriyê re û bijî berxwedana Efrînê" berz kirin.

Meş li dawiya Kolana Filistîn veguherî mîtîngê û li wir bi navê Meclisa Herêma Til Temir, cîgirê hevserokatiya Şaredariya Til Temir Mihemed Baqî Kûtê axivî û got: "Dewleta Tirk ji dema Efrînê dagirkiriye û heta niha sûcên şer pêk tîne, ji wan guhartina demografîk, koçberkirin, talankirin, qetilkirin, revandin û hedefgirtina sivîlên li herêmên Şehbayê."

Mihemed Baqî Kûtê piştgiriya gelê Til Temir ji kantona Efrînê ya dagikirî û koçberan nîşan da.

DIRBÊSIYÊ

Meclisa Navçeya Dirbêsiyê jî bi daxuyaniyekê bang li NY`yê û hemû rêxistinên hiquqî kir ku li hemberî sûcên ku li Efrînê têne kirin, bê deng nemînin. Her wiha îşaret pê kir ku rizgarkirina Efrînê û herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji karên sereke yên çareserkirina aloziya Sûriyê ye.

Endamên Meclisa Navçeya Dirbêsiyê, endamên saziyên sivîl, bi dehan şêniyên navçeya Dirbêsiyê li pêşiya navenda meclisê kom bûn. Endama meclisê Diyana Ebdullah daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kir ku 4 sal di ser dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve derbas bû, ev jî madeya 105`an a mîsqa NY`yê, peymana 1907`an û hemû pîvanên navneteweyî yên parastina mafên mirovan dikin, bin pê dike.

Di daxuyaniyê de her wiha hate diyarkirin ku dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî sivîlan sûcên sîstematîk pêk tînin û ev hate gotin: "Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê navên gund û herêman guhartin, niştecih tirsandin da ku koçber bibin, qirkirina etnîkî û çewisandina nasnameyê pêk anî, sivîl kir hedef, revandin û fidiye li ser sivîlan ferz kirin, li aliyekî din jî hilberînên çandiniyê dizîn."

Di dawiya daxuyaniyê de soza piştgiriya berxwedanê û gelê Efrînê yê koçber hate dayîn.

HOL

Meclisa Navçeya Holê ya rojhilatê kantona Hesekê daxuyaniyek da û tê de îşaret bi girîngiya bidawîkirina dagirkirina Tirkiyê li xaka Sûriyê hate kirin.

Daxuyanî li ber avahiya meclisê bi amadebûna bi dehan şêniyên navçeyê û endamên meclisê hate dayîn.

Hevserokê bajarokê Um Hicêra ya navçeya Holê Hesan Sultan daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk destpêkê Efrînê kir hedef û dagirkir, piştre Serêkaniyê û Girê Spî, niha jî hewl dide navçeya Til Temir û Zirganê dagir bike da ku ji xaka Sûriyê qut bike.

Şêniyên navçeya Holê bi daxuyaniyê piştgiriya xwe nîşanî şêniyên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî da.

ŞEDADÊ

Li navçeya Şedadê ya başûrê kantona Hesekê jî Meclisa Navçeya Şedadê û saziyên civaka Sivîl dagirkirina artêşa Tirk ji Efrînê re, her wiha sûcên şer ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî vê yekê şermezar kir.

Çalakî bi rêzgirtinê dest pê kir, dûvre endama Kongra Star Reşa Xilêf axivî û dagirkirina bajarê Efrînê ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve şermezar kir.

Reşa Xilêf diyar kir ku li Efrînê civata navneteweyî tevnegeriya berovajî vê yekê rê ji terorê re vekir.

Bi navê partiyên siyasî yên başûrê Hesekê Mihemed Hesen axivî û got: "Îro bi boneyasalvegera êrişên li dijî Efrînê em kom bûne û da ku çîrokên Berxwedana Serdemê silav bikin, 4 sal di ser dagirkirina Efrînê re derbasbûye, lê dîsa jî berxwedana li dijî faşîzma Tirk didome.

(eh)

ANHA