Koordînasyona Kongra Star a Rojava: Divê civata navneteweyî dewleta Tirk a dagirker ji Efrînê derxe

Koordînasyona Kongra Star a Rojava bi boneya salvegera 4`an a destpêkirina êrişan li dijî kantona Efrînê daxuyaniyek da û tê de bang li civata navneteweyî kir ku erkên xwe bîne cih û dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Efrînê derxe.

Koordînasyona Kongra Star a Rojava: Divê civata navneteweyî dewleta Tirk a dagirker ji Efrînê derxe
20 ÇILE, 2022   10:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Koordînasyona Kongra Star a Rojava wiha ye:

“Ev 4 sal li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Efrînê re derbas bûn. Dewleta Tirk bi awayekî hovne û bi 72 balafirên şer gelê sivîl bombebaran kir.  Li pêşya çavê cîhanê tevahî hemû pîvanên navneteweyî û mirovî binpê kirin.

Lê li beramber wê hovîtiyê û bêdengiya civaka navneteweyî gelê Efrînê biryara berxwedanê û berdewamkirina xeta berxwedana dîrokî ya Evesta Xabûr û Barîn Kobanê da û heta 58 rojên li ber xwe da. Girêdana xwe bi xaka Efrînê re nîşan de.

Niha li kampên koçberiyê li nêzî Efrînê di bin hemû şert û mercên xerab de li ber xwe didin ku li malê xwe vegerin.  4 sal in ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hemû sûc û kiryarên kirêt li dijî  xak û xwezayê, nirxên mirovahiyê, şaristaniyê û çanda pêk tînin. Mal û milkên gelê Efrînê talan û wêran kirin. Demografiya herêmê guhert, tundî, kuştin, revandin û û hemû sûcên derexlaqî li dijî jinan kirin.

Bi navê Kongra Star em van sûcên hovane û bêdengiya civata navneteweyî  û siyaseta qirkirinê ku li ser gelê Efrîne, bi taybet li ser jin û zarokan dimeşînin  bi tundî şermezar dikin. Em bang li sazî û rêxistinên demokratîk, rêxistinên jinan û azadîxwazan dikin ku asta tekoşînê bilind bikin, tundî û dagirkeriya li ser Efrînê bi dawî bikin.

Em bang li civaka navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî (NY), saziyên mafên mirovan û hemû saziyên navdewletî dikin bi erk û berpirsartiyê xwe rabin ,ji bêdengiya xwe derkevin û dewlet Tirk a dagirker ji Efrînê derxin.”

ANHA