DYA`yê destûr da dewletên Baltîk ku çek ji Ukraynayê re rêkin

Çavkaniyan eşkere kir ku Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê destûr da dewletên Baltîk ku moşekên amerîkî û çekên din bişînin Ukraynayê.

DYA`yê destûr da dewletên Baltîk ku çek ji Ukraynayê re rêkin
20 ÇILE, 2022   10:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Reuters`ê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên agahdar, Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê destûr da Lîtwanya, Lativiya û Estonya ku moşekên amerîkî û çekên din ji Ukraynayê re bişînin. Li gorî pêşbiniyên Joe Biden dibe Rûsya destwerdana Ukraynayê bike.

Li gorî çavkaniyan, Estonya dê moşekên dijtankan Javelin û Lîtwanya moşekên Stinger ji Ukraynayê re rêkin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve got Biden di Kanûnê de biryara şandina 200 milyon dolar wek alîkariyeke ewlehiyê û 60 milyar dolar ji cebilxaneya Amerîkayê ji Ukraynayê re erê kir.

(şx)