Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê êrişên li ser Efrînê şermezar kir

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê di salvgera 4`an a destpêkirina êrişan li dijî kantona Efrînê de daxuyanî da û dagirkeriya Tirk a li ser kantona Efrînê şermezar kir. Rêveberiyê bang li civata navneteweyî kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker rawestînin û wê ji Efrînê û herêmên dagirkirî derxin.

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê êrişên li ser Efrînê şermezar kir
20 ÇILE, 2022   10:11
TEBQA

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê bi rasthatina salvegera 4`an a destpêkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Efrînê daxuyaniyek da û tê de bêdengiya navneteweyî ya li hember sûcên li Efrînê têne kirin şermezar kir.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokartîk a herêma Tebqayê Mezlûm Omer daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku şêniyên Efrînê û Yekîneyên Parastina Gel (YPG û YPJ) li hember êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker bi lehengî heta 58 rojan li ber xwe dan, dê teqez şênî vegerin warên xwe û dagirkerî jê derkeve.

Her wiha di daxuyaniyê de bêdengiya civata navneteweyî ya li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Efrînê û koçberkirina şêniyên wê yên resen hatin şermezarkirin.

 Di dawiya daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî hat kirin ku êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker rawestîne û dagirkeran ji Efrînê derxe da ku şênî vegerin warên xwe.

(şx)

ANHA