Li Silêmaniyê merasîma ji bo Efrînê hat derengxistin

​​​​​​​Dihat payîn îro li Silêmaniyê bi boneya çaremîn salvegera destpêkirina êrişan li ser Efrînê û Berxwedana Serdemê merasîmek bihata li darxistin. Lê komîteya amadekar a merasîmê ragihand ji ber rewşa hewayê û barîna befrê merasîm ji bo demek nediyar hat derengxistin.

Li Silêmaniyê merasîma ji bo Efrînê hat derengxistin
20 ÇILE, 2022   10:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyê, plankiribû îro bi boneya çaremîn salvegera destpêkirina êrişên dewleta Tirk li ser Efrînê û Berxwedana Serdemê li Silêmaniyê merasîmek lidarxista.

Lê ji ber barîna befrê û rewşa hewayê ya nebaş, komîteya amadekar a merasîmê, ragihand ku wan merasîm ji bo demek nediyar dereng xistiye.